Li Metîna û Avaşînê çalakiyên bi çekên giran

În 15 Cotmeh 2021 - 01:27

Gerîlayên HPG/YJA Starê li Metîna û Avaşînê li dijî artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran çalakî kirin. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîlayan û êrişên dewleta Tirk got, ”Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê; 13’ê  Cotmehê saet 11:30’î hêzên me bi çekên giran dagirkerên li Girê Azad kirin hedef û li wan dan. Di vê çalakiyê de hedefên ku hatine diyarkirin, serketî derb xwarin, hejmara dagirkerên hatin cezakirin û birîndar bûn, nehat tesbîtkirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê li herêma Avaşînê; 13’ê Cotmehê saet 14:00’an, hêzên me bi çekên giran li Girê Silêman li dagirkeran dan. Di encama çalakiyan de armancên diyarkirî, derb xwarin.

14’ê Cotmehê saet di navbeyna 07:10-09:55’an de qadên gundê Rençbiaxa û Çemço ya herêma Zapê bi çekên giran hatin bombekirin.

13’ê Cotmehê saet navbeyna 12:00-18:00’an li herêma Avaşînê, Stûnê û li herêma Zapê qada Werxelê bi çekên giran û balafirên şer hatin0 bombekirin.

13’ê Cotmehê saet di navbeyna 12:00-13:00’an de li herêma Xakurkê derdora Çemê Lolanê, qadên Kendekola û Sinînê bi balafirên şer hatine bombekirin.”

HPG´ê ji ber sîxuran hişyar kir

HPG´ê wekî din da zanîn ku xebatên sîxuriyê li Metînayê tên kirin û kesên sîxuriyê dikin jî hişyar kirin: ”Kesên ku sîxûriyê ji dewleta Tirk re dikin, hewl didin cihên hêzên me yên li herêma Metîna tesbît bikin. Ji bo ku sîxûrên bi niyeta nebaş û gelê me yê sivîl ji hev kişf bibe, em bang dikin da ku gelê me yê li herêmê zêde nêzî nuqteyên leşkerî yên hêzên me nebin û li dijî van sîxûran hestyar bin.’’


BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.