Li Lubnanê çi dibe?

Kendal CÛDÎ nivîsand —

Duşem 17 Tebax 2020 - 23:00

  • Lubnan ev 14 roj in hîna birîna xwe nekewandiye û heta niha bermahiyên teqîna 4`ê Tebaxê ji kolanên Bêrûdê tên rakirin.

Ev 14 roj in, çavê her kesî li Lubnanê ye; wê çi bibe piştî vê teqînê, nexasim hemû rêol û pêkhateyên Lubnanê jî çavê wan lê ye hikûmeteke dûrî mezhebperestiyê ku karibe êşa wan derman bike, bê avakirin.
Lubnan bi erdnîgariya xwe biçûk e, lê di Rojhilata Navîn de û nexasim ji bo Sûriyê xwedî jeostratejî û aboriyeke girîng e. Lubnan ji bo ewlehiya Îsraîlê û Sûriyeyê wekî eniyeke sereke ye. Bi gotineke din, her kî li Lubnanê serwer be, wê bêguman bandorê li Sûriyê û Îsraîlê jî bike.

Êdî rewşa Lubnanê bêguman wê ne wekî beriya teqîna 4`ê Tîrmehê be. Baş e, çima wê ne weke berê bê. Em hinekî vegerin rewşa beriya teqînê. Di van çend salên dawî de, Lubnan hêdî hêdî kete bin serweriya partiya Hizbullahê anku kete bin serweriya Îranê.

Heta gihîşte astekê ku hikûmeta Lubnanê di bin venêrîna Hizbullahê de were avakirin. Hikûmeta Hizbullahê jî nikaribû ji gel re bibe bersiv û li Lubnanê her çû gendelî û daxwazên gel ên pêdiviyên sereke zêde bûn, û nexasim meşên van demên dawiyê çêbûn.

Lê piştî teqîna ku di encamê de 177 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 6 hezar kesî jî birîndar bûn, derbeke mezin li hikûmeta Lubnanê ket. Esas, derb li projeya Îranê ya li Lubnanê ket. Piştî teqînê, hikûmeta ku Hesan Diyab ava kir, yekser îstîfa xwe da. Bi îstîfaya hikûmetê re jî, dor li Hizbullah û Îranê tengtir bû.

Fransa û hêza pişta wê Emerîkayê, ji bo vê derfetê ji bo xwe bi kar bînin û dawî li serweriya Îranê li Lubnanê bînin, bi Îranê re li Lubnanê ketine nava pêşbirkê. Yekser serokê Fransayê Macron çû serdana Lubnanê. Macron ku wekî bajarekî xwe lê nêz bû, di kolanên xerabûyî de geriya û gel hembêz kir û êşa wan parve kir. Macron bi vê gera xwe peyamek da Îranê û Tirkiyê ku êdî ew nikarin wekî berê li vî welatî tev bigerin.

Tişta di serdana Macron de diyar bû û bi zimanê xwe jî got, ew ê alîkariyê bi rêya rêxistinên sivîl, ne yên hikûmî bidin gelê Lubnanê; Macron xwest hikûmeteke nû bê avakirin, eger hikûmeta nû neyê avakirin, hêzên Ewrûpî û di serî de Emerîka û Fransa wê destekê nedin Lubnanê da ku rabe ser piyên xwe. Beriya teqînê jî, wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian çûbû serdana Lubnanê û daxwaza avakirina hikûmeteke din li şûna a heyî kiribû.

Emerîka bi vê gava xwe ku niha cezayên aborî yên dijwar li ser Îranê ferz kiriye, dixwaze hebûna Îranê li Rojhilata Navîn bê bandor bike û hêdî hêdî Îranê baskokirî bike.
Lê Emerîka û Fransa baş dizanin ku dûrxistina Îranê û bêbandorkirina Hizbullahê li Lubnanê ew qasî ne hêsan e. Her çiqas behsa avakirina hikûmeteke nû li Lubnanê were kirin jî, lê gelo kî wê vê hikûmetê bi rê ve bibe, nexasim Hizbullahê destê xwe xistiye damarên jiyanê yên Lubnanê hemûyan.

Ji aliyekî din ve jî, welatê ku dixwaze wê valahiya aloziya Lubnanê wekî derfet bi kar bîne, mixabin Tirkiye ye. Tirkiye ya xwedî hişmendiya Osmaniya Nû, beriya teqînê û nexasim piştî teqînê, rêxistinên xwe yên qaşo yên alîkariyê ne û hemû jî endamên MÎT`ê ne, li Lubnanê xistine tevgerê. Tirkiye çawa li Sûriye, Iraq û Lîbyayê li pey xelayên Osmanî diçe, li Lubnanê jî kete nava liv û tevgerê.

Kurd jî ku hejmareke baş li Lubnanê hene, bê guman ketine nava livûtevgerê. Kurd neçar in li Lubnanê enî û saziyên demokratîk, bi beşdarbûna hemû pêkhate û rêolên Lubnanê berfireh bikin, da ku bikaribin di paşeroja Lubnanê de wekî ku çawa di paşeroja Rojhilata Navîn de xwedî rolên sereke bin, bi roleke sereke rabin.

Wekî encam, mirov nikare bêyî çareserkirina aloziya Sûriyê, behsa çareserkirina aloziya Lubnanê jî bike, ji ber ku her du welat çi qasî ji hev cuda bin jî, di aliyê rêveberî û sînor de, bêyî hev nikarin. Bi gotineke din bi çareserkirina aloziya Sûriyê, wê aloziya Lubnanê jî çareser bibe.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.