Li Lêlûnê Rojhilat û Îran

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 15 Îlon 2020 - 04:00

Filmên ji Îranê û Rojhilatê Kurdistanê wê di Festîvala Filman a Navnetweyî ya Lêlûn de bên nîşandan.
Festîvala Filman a Navneteweyî ya Lêlûn wê li Şehbayê ji 21 ta 25´ê Îlonê dewam bike û film wê li wargehên penaberan bên nîşandan. Ji bo vê li Wargeha Berxwedanê dike taybet jî hat amadekirin.
Ji bo festîvalê, Komîteya Amdekar gelek filmên Îranî û ji Rojhilatê Kurdistanê hilbijartine. Yek ji wan “Serdema Masiyên Spî” ya derhêner Qorban Najafî ye, yeke din “Şahîn” e, filma derhêner Salar Tehranî, û ya sêyem jî “Nergiza Mast” a derhêner Seyid Celaleddîn Dorrî ye. Ev hersê film jî wê di beşa pêşbirka fermî de ku tê de 58 film wê bên nîşandan, cihê xwe bigirin.
Ji bilî van ji Îranê û Rojhilatê Kurdistanê 10 kurtefilm jî tên nîşandan. “Keleh” a Saba Qasemî, “Tumor” a Cewad Gencî, “Lîstina bi êşê” ya Hemîd Şahî û Marziye Şamlu û “Xelas” a Saîd Naqaviyan ji van filman in.

ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.