Li kolanan zarok qirîyan ‘’Apocî tên’’

Kurdistan LEZGIYEVA nivîsand —

Sêşem 28 Mijdar 2023 - 00:15

Di vê nivîsa xwe de dixwazim weke Kurdeke ku ji sed sal zêdetir ji axa xwe dûrketî û koçî welatên Sovyeta berê bûyî hest û ramanên xwe derbarê salvegera PKK’ê de parve bikim. Belê, em kurdên Sovyeta berê ango di halê hazir de ji me re dibêjin kurdên Rûsya’yê ne. Weke bi hezaran Kurdên dilşewat ji ber zilm û zordarîya dijminê  hov û kujer ji axa xwe ya pîroz dûrketin û çavên xwe li welatê xerîbîyê vekirin. Dewleta tirk a faşist û qirker bi hezaran bav û kal, jin û zarok qetil kirin li Gelîyê Zîlan û para me bû koçberî. Hêj me bêhna axa xwe nasnekir, ava gund û zozanên xwe tahm nekir li welatê ûrisan çavê xwe vekir. Zilma dewleta tirk ne bes bû rastî zilmkarên din hatin. Ji welatekî koçî welatekî din bûn. Di her koça ku hat jîyîn ji me ferd kêm bûn. Kal û pîrên me li cihekî nehatin veşartin. Ji ber wê her sal her malbatek Kurd diçe çend welatan da ku mirîyên xwe ziyaret bike û bi bîr bîne. Ango her malbatekî hêj ne gotîye ev der a dawîye û her tûrika wî li pişta wî ye…

Ji Bazîda rengîn berê me dan Ermenistan, Gurcistan, Ozbekistan û li Kazakîstan asê man. Rûxmê ku gelek salên wan derbasbû jî kesek ji wan ji bîrnekir ku Kurd in û welatê wan Kurdistan e. Û dîsa jî "biryara" ku em bidin bi me ve girêdayî bû. Di eslê xwe de êdî em neçar bûn ku di navbera kevin û ya nû de hilbijêrin. A kevin bi êş bû û dûr bû. Nû metirsiyek e û bazdanek ber bi nenasiyê ve bû. Nû ji bo hêza bawerî û nirx me diceriband, di heman demê de hestên me ji bo berxwedana wan hatin ceribandin. Di wan demên ceribandinê de Partîya Karkerên Kurdistan -PKK hat Sovyeta berê. Wê demê ji gotina heval zêdetir xort û keçên Apocî dihate pênase kirin. Her yek ji wan bû hêvî,  bawerî û hêz ji bo her Kurdekî koçber. Li çavê wan dinêrîn, li her gotinên wan de ji nû ve vedijîn. Di wan de didîtin vegera welat vegera gund û warên xwe. Ji ber Apocî digotin yan Kurdistan yan neman. Digotin em ê welatê xwe rizgar bikin û vegerin axa xwe ya azad û serbixwe. PKK bû hilmek ji bo Kurdên sovyetê, bû bêhna gund û newal, çîya û zozanên Serheda rengîn. Hêsirê şabûnê kal û pîran, tilîlîya keç û xortên ciwan bû PKK. 

Kurdên Sovyetê gelek modelên xwe şibandinê nas dikirin. Ji hêzên Menşevik û Bolşevik heta ya ên dawî. Şoreşger û şoreşgerî ji wan re ne xerîb bû. Gelek Kurdên sovyetê tevlî Şerê Cîhanê ya Duyemîn bûn û jîyana xwe ji dest dan û gelek ji wan endamê rêxistinên sosyalist û komûnîst bûn. Lê tevgera PKK û şoreşgerên Apoyî cuda bû. Rabûn û rûnişkandina wan bigre, ji axaftin û kiryarên wan bigre her tişt cuda bû. Her ku çû keç û xortên Apoyî di nav Kurdên sovyetê de bûn modela şibandinê û mînak girtinê. Li kolanan zarok diqîrîyan Apocî hatin Apocî tên! Herkesê dixwest ew bikevin mala wan de û nanê wan bixwin û behsa gerîla û Serok Apo bikin. Civaka ku heta dawî ji jinê re girtîbû bawerî dida ji hevalan re û qîz û bûkên xwe li gel wan didan rûniştandin. Ji ber wê PKK ji bo jin bû şoreşa herî mezin. Herî zêde jinan xwe li dora PKK’ê girtin. Bêyî ku şerm bikin ango ji ber zexta civakê bitirsin li dora Apocîyan kom bûn. Ji ber Apocî ji wan re gotinên Serok Apo ku weke bêhne ji wan re digotin. Piştî her axaftina hevalekî, jin diqîrîyan ‘’Bijî Serok Apo!’’ ‘’Bîjî her bijî PKK’’. Bi dehan keç û xortên Kurd a sovyetê bi dilgermî berê xwe dan çîyayên azad. Şerefeddîn, Çîya, Bawer, Agir, Rûken û Ronahîyan canê xwe feda kirin û bûn rê ji bo nifşên tolhildanê.

Belê, tu bi xêr hatî PKK. Tovên jîyanê ku te çandîye herku diçe belav dibe. Îro li tevahîya cîhanê ne tenê Kurd hemû mirovahî xwe li dora te kom dike. PKK jîyan e, PKK hêvî ye, PKK bawerî ye û kes nikare wan ji destê me bistîne. Weke Rêber Apo dibêje’’ PKK romanekî bê dawî ye’’ hêj her Kurdekî cîhê xwe di vê romanê de ne girtîye. Maratona azadîyê hêj dewam dike…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.