Li Kirşehîrê êşkence li girtîyan tê kirin

Şemî 31 Tebax 2024 - 01:20

Li girtîgeha Kirşehîrê êşkence li girtiyan hate kirin û mile girtîyekî hate şikandin. Midûrê Girtîgehê bi aşkere gotiye fermana êşkenceyê wî bixwe daye. Li ser êşkencekirina girtiyan ÎHD’ê wê biçe Girtîgeha bi Ewlehiya Jidiyayî ya Kirşehîrê. 

Tehde û êşkenceya li ser girtiyên siyasî yên Kurd li gitîgehên Kurdistanê û Tirkiyê her ku diçe zêdetir dibe. Roj nîne ku ji girtîgehan agahiyên tehde û êşkenceyê û qedexekirina Kurdî neyê. Rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst a Tirk şerê li derve yên li ser Kurdan li girtîgehan jî dimeşîne.

Vê carê jî xebera êşkenceyê ya li ser girtiyên siyasî yên Kurd ji Girtîgeha bi Ewlehiya Jidiyayî ya Kirşehîrê hat. Huseyîn Aşkan, Mansur Zan û Îsmaîl Tuzun ên ku bi rêya telefonê bi malbata xw ere axivîn ji malbata xwe re ragihandin ku qerdiyanan bi ser hicreyên wan de girtine û bêyî ku yek sedemê nîşan bidin êşkence li wan kirine û ew avêtine hicreyên yek kesî.

Midûr: Min ferman da

Îsmaîl Tuzun ku bi rêya telefonê hevdîtin bi malbata xwe re kir, ragihand ku bûyera navborî di 26’ê Tebaxê de qewimî ye. Tuzun diyar kir ku dema ew sedema êşkenceyê ji midûrê girtîgehê pirsiye, bersiva “Min ferman da” girtiye. Tuzun anî ziman ku her tim bi ser hucreyên wan de digirin û bi tehrîkirinê dixwazin wan provoke bikin.

Radyoyê dikî ‘bêtêl’

Huseyîn Aşkan ê bi malbata xwe re hevdîtin kir, qala tiştên qewimî kir û diyar kir ku ji ber radyoya ku di dema li Girtîgeha Patnosê dane wan, bi gotina “tu bêtêlê bikartînî’ hewl dane berdana wî asteng bikin.

Bi êşkenceyê milê wî şikandin

Zan jî bi rêya telefonê hevdîtin bi malbata xwe re kir û anî ziman ku bi êşkenceyê milê wî hatiye şikandin û girtiyên din jî bi giranî birîndar bûne.

ÎHD’ê wê biçe girtîgehê

Malbatên girtiyan bûyer ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) re ragihandin. Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê ji bo rewşa girtiyan bizanibin wê 2’yê Îlonê biçin YGC’ê Kirşehîrê.

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.