Li Kerkûkê jî Kurdî naxwaze 

În 3 Adar 2023 - 01:02

  • Rayedarên Iraqê biryar da ku di karûbarên fermî de li Kerkûkê, tevî Erebî, Kurdî jî hebe; dewleta Tirk nerazîbûn nîşan da. Rayedarên wê yên Wezareta Karê Derve ev muxalefeta xwe ragihand rayedarên Iraqî.

Wezareta Karê Derve ya Tirk pêr biryara hikûmeta Iraqê ya li ser zimanên li Kerkûkê red kir. Hikûmeta Iraqê 20´ê Sibatê biryar dabû ku zimanê Kurdî jî weke Erebî ji bo karûbarên fermî li Kerkûkê bê bikaranîn. hikûmeta Tirk îdîa kir ku biryar bikaranîna Tirkî li Kerkûkê asteng dike.


Hikûmeta Iraqê piştî fermanê ferman dabû waliyê Kerkûkê Rakan el-Cebûrî da ku nivîsên fermî li bajêr bi du zimanan bên nivîsandin, yanî bi Kurdî û Erebî. Bi nameyê, her wiha ferman hat dayîn ku li bajêr li kompûterên fermî keyboardên Kurdî jî bên qeydkirin da ku pasaport û nasname jî bi her du zimanan, yanî Erebî û Kurdî karibin bên çêkirin. 

Ev biryar jî esas li gorî destûra Iraqê ye. Yanî li Iraqê zimanên Erebî û Kurdî fermî ne.

Biryar zimanên din jî diparêze

Esas biryara hikûmetê, dixwaze ku tabelayên li bajêr bi zimanên “Kurdan, Tirmenan, Ereban û Suryaniyan” bin. Di heman demê de tê xwestin mamoste ji bo dibistanên Kurdî, Turkmenî û Asûrî jî bên tayînkirin. Yanî beryar ji bo parastina zimanên xelkên bajêr e.

 

Dewleta Tirk di guhê gê de ye


Lê wezareta karê derve ya Tirk îdîa kir ku ev biryara parastina zimanên xelkên Kerkûkê “Bikaranîna fermî ya zimanê Turkmenî li Kerkûkê asteng dike.” Wezareta Tirk a ku tenê zimanekî wê yê fermî heye, îdîa kir ku “Biryar binpêkirina mafên sereke yên Turkmenan e. Turkmen jî ji pêkhateyên avaker û sereke yên Iraqê ne.”

 

Zimanan qir dike dev diavêje xelkê


Wezareta Karê Derve ya Tirk got, “Bi ya me, gavên weha li wilayeta Kerkûkê wê zerarê bigihînin hewldanên avakirina çandeke bihevrejiyana aştiyane li Kerkûkê. Divê hikûmeta Iraqê vê biryarê tavilê di ber çavan re derbas bike.”

Bi awayekî ecêb dewleta Tirk ji bîr dike ku Kurdên ku ji pêkhatiyên avaker û sereke yên Tirkiyeyê ne, ti mafê wan ê zimanî nîne û hîna jî siyaseta wê ya qirkirina Kurdan dewam dike.

Esas ew ji bîr nake. Ew helwêsta xwe ya “Kurd li ku dibe bila bibe, divê negihîje mafên xwe” ji sedsalan ve dewam dike.

Dewleta Tirk hê di salên 1950´î de jî dest werdabû siyaseta ziman a Iraqê elaqedarî zimanê Kurdî. Herçî Kerkûk e dewleta Tirk madî, siyasî û lojîstîkî destekê didin Turkmenan. Wê ev desteka xwe ji sala 2003´yan ve zêde kiriye û naxwaze ku Kerkûk bibe parçeyek ji rêveberiya li Hewlêrê.

 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.