Li Kerboran û Êlihê meşa ciwanan

Sêşem 26 Adar 2024 - 00:30

Li Kerboran, Êlih û Cizîrê ciwan bi rengekî girseyî, bi kelecanî û dirûşmeyan serdana bûroya hilbijartinê kirin. Ciwanan di meşa meşaleyî de greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Rêber Ocalan bi bîr xistin û gotin,’’Bijî Serok Apo’’.

Li Êlihê bi hezaran ciwan di şahiya DEM Partiyê li dar xist de hatin bahev

Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşmeya “Em li her derê ne” şahî li dar xist. Bi hezaran ciwan tev li şahiya li buroya hilbijartinê ya navendî ya DEM Partiyê bûn. Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryakî, namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê Gulistan Sonuk û gelek nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî tev li şahiyê bûn. 

Li qada ku şahî lê hate lidarxistin pankartên “Hezar silav ji kesên mizginiyê didin re” , “Berxwedana jinên ciwan deng daye qadên azad” , “Ciwan zêde dibin, ber bi şoreşê ve dimeşin” , “Me bi 6 kesan dest pê kir, em gihiştin milyonan” û “Roj bilind dibe Kurdistan azad dibe” hatin daliqandin. Di şahiyê coş lê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Bê Serok jiyan nabe” , “Jin jiyan azadî” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Qeyûm dê hate gotin û posterê Rêber Ocalan hate rakirin.

Cizîr

Li navçeya Cizîr a Şirnexê jî coşa hilbijartinê zêde dibe. Ciwan bi meşaleyan heta buroya hilbijartinê meşiyan. Di meşê de ciwanan pankarta "Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî serbikevin” vekir.

Ciwanan di meşê de dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin, deng namûse namûs nayê firotin" berz kirin.

Parlamenter Mehmet Zekî Îrmez li ber buroya hilbijartinê axaftinek kir. Îrmez diyar kir ku divê ciwan di vê hilbijartinê de berpirsyariyê bigirin û got: "Her kesê ku xwedî li vê têkoşînê derdikeve divê di xebatên hilbijartinê de cihê xwe bigire. Hefteyek me maye û di vê hilbijartinê de herî zêde jî berpirsyarî dikeve ser milê ciwanan. 

Kerboran

Li Kerboranê ji alî ciwanan ve meşeke bi meşale hate lidarxistin. Bi meşale û fîşekên hewayî bi hezaran ciwan, bi dirûşmeyên’’Bijî Serok Apo’’, ‘’Bijî Berxwedana Zindanan’’ ber bi bûroya hilbijartinê ve meşiyan.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan piştî vê meşa  biheybet a ciwanan got,’’Îşev Kerboranê biryara xwe daye.’’

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.