Li Izmîrê qirkirina siyasî

Pêncşem 21 Cotmeh 2021 - 23:56

  • Li Izmîrê doh di serdegirtina malan de ku li dijî HDP’iyan hate kirin, 17 kes hatin binçavkirin. 

Li Izmîrê doh di serdegirtina malan de ku li dijî HDP’iyan hate kirin, 17 kes hatin binçavkirin. 

Polêsên Tirk doh bi hinceta parvekirinên li tevna dîjîtal avêtin ser malên endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP).

Li Izmîrê di serdegirtinên malan de yên serê sibehê hatin kirin, hate ragihandin ku biryara binçavkirina 20 kesî heye.

Di serdegirtinan de 17 kes hatin destgîrkirin. Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Torbaliyê Husnu Bîtîrmîş û Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Karabaglarê Şerafettîn Yetîm jî di nava yên binçavkirî de ne. Polêsên Tirk di dema serdetgirtinê de dest danîn ser malzemeyên dîjîtal.

IZMÎR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.