Li Hesekê şevek ji huner û mîrasê

Nûçeyên Çand/Huner

În 7 Adar 2025 - 01:50

Di çarçoveya çalakiyên pîrozbahiyên Roja Jinan a Cîhanê (8'ê Adarê) de yên bi dirûşma "Bi Jin, Jiyan, Azadî, ber bi Sûriya demokratîk ve", Tevgera Hîlala Zêrîn û Kongra Star şevbihêrkeke hunerî li Navenda Çand û Hunerê ya Xabûr a bajarê Hesekê li dar xist.

Di şevbihêrkê de jinên ji hemû pêkhate û olan bi cil û bergên xwe yên resen û hunermend û helbestvan beşdar bûn.

Di serî de rêvebera Tevgera Hîlala Zêrîn Nebîhe Mihemed li ser rola sereke ya jinan di Şoreşa Rojava ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, axivî.

Nebîhe Mihemed diyar kir ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan ji jinan re bûn ronahî û wî di hemû aliyan de destek da şoreş û têkoşîna jinan.

Nebîhe Mihemed di dawiya axaftina xwe de 8'ê Adarê li tevahî jinên têkoşer pîroz kir. Di şevbihêrkê de helbestvan Fatme Elî ya ji bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî helbestên li ser koçberiyê xwendin.

Piştre stran û denbêjiyên bi zimanên Kurd û Erebî hatin gotin. Şevbihêrk bi gerandina govendên folklorî bi dawî bû.

ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.