Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Hesekê ji bo 183 şehîdên meha Cotmehê ku li dever û di dîrokên cuda de, di dema bersivdayîna êrişên çeteyên DAIŞ`ê û dagirkeriya Tirk de şehîd bûne, merasima bîranînê li dar xist.
Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Hesekê 183 şehîdên YPG/YPJ û QSD`ê yên di Cotmehê de, di navbera salên 2013-2022`yan de li cihên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd bûne, doh bi bîr anîn.
Merasima bîranînê li Hola Reşo ya li rojavayê bajarê Hesekê bi beşdariya endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, malbatên şehîdan û şêniyên kantonê hat lidarxistin.
Di merasimê de, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Mehmûd Cewad şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: “Şehîd ew in ku rêya azadiyê xêz kirin da ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi aramî û istiqrar bijîn.”
Cewad, di salvegera 30`yemîn a şehadeta wê de şehîd Bêrîtan jî bi bîr anî û wiha got: “Şehîd Bêrîtan bi hemû derfetên xwe têkoşiya, li dijî xeta xiyanetê şer kir û rêya jina azad xêz kir.”
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Hemîd Hisên jî soza şopandina rêya şehîdan da û ev tişt anîn ziman: “Em soz didin hemû şehîdan ku em ê heta dilopa dawîn a xwîna xwe li ser rêya wan bin û azadiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bînin.”
ANHA/HESEKÊ