Li herêma Besta şer qewimî
Duşem 23 Çile 2023 - 00:51
Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî, li herêma Besta ya Şirnexê bi tevlîbûna gelek leşker û cerdevanan tevgera dagirkeriyê destpêkir.
Di dema tevgerê de di navgera gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê û artêşa Tirk a dagirker de şer qewimî.
Hate ragihandin ku di şer de cerdevanek hatiye kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne.
Li gorî agahiyan di encama şer de cerdevanê bi navê Nûmet Encu bi giranî birîndar bûye û ew rakirine tûmena leşkeran. Lê cerdevan li wir miriye.
Çavkaniyan ragihandin ku di şer de gelek leşker jî birîndar bûne, lê derbarê hêjmara wan de agahiyeke zelal nehatiye bidestxistin.
MA/ŞIRNEX