Li her deverê Kurdî 

Nûçeyên Çand/Huner

În 13 Tebax 2021 - 06:19

  • Ji bo zimanê Kurdî li meydana çand û hunerî cihê xwe yê heqê wê ye bigire û bi pêş bikeve, bi awayekî eşkere divê sererastkirinên qanûnî û pratîkî bêne kirin da ku Kurdî li hemû astên perwerdeyê tevî pêşdibistan bê bikaranîn.

Weqfa Îsmaîl Beşîkçî xebatek derbarê binpêkirina mafên hunermendên Kurd de bi rêve bir û di dawiya lêkolînên xwe de roporeke berfireh amade kir. Armanca vê xebatê ew e ku binpêkirina mafên muzîkjen û şanogerên ku bêhtir hunerê xwe bi Kurdî îcra dikin, bi rehendên qanûnî, sîyasî û çandî derxîne holê û hayjêhebûnekê derheqê binpêkirina mafan da pêk bîne.

Weqfê ji bo xebata xwe rista Meleyê Cizîrî ya “Me di dil da heye narek ku disojit seqerê” wek serenav hilbijartiye û navê xebata xwe jî wiha diyar kiriye, “Xebatek derbarê binpêkirina mafên hunermendên Kurd de li ser mînaka muzîkjen û şanogeran”. Bi vî awayî xebat hewl dide ku bibe hevparê avakirina polîtîkayeke sivîl û demokratîk ji bo hunermendan ku tê de hunerê xwe bi awayekî azad îcra bikin. 

Ji bo xebatê 15 jê muzîkjen û 15 jê şanoger, bi giştî li gel 30 hunermandan hevdîtinên nîv-sazkirî û hevdîtinên berfireh hatine kirin. Herwiha li gel 2 şexsên ku li saziyên çandî yên Kurdan rêveberî kirine jî hevdîtin pêk hatine.

Xebata ewil e di qada xwe de

Weqf dibêje, derbarê binpêkirina mafên hunermendên Kurd de heta niha xebateke serbixwe ya bi vî rengî nehatiye kirin û balê dikişîne ser îcrayên Kurdan yên çand û hunerî: “Li Tirkiyeyê çand û huner tenê li ser zimanê Tirkî dihate pênasekirin. Lê belê îcrayên Kurdan li qada çand û hunerê her diçe zêde dibin, lewma pêwîstî pê çêbû ku pirsgirêkên wan ên li vê qadê bêne analîzkirin. Herçend li hinek raporên vê dawiyê li ser sansur û qedexeyên qada çand û huner hatine amadekirin, cih dabine binpêkirana mafên hunermendên Kurd jî, hêj jî li ser binpêkirina mafên hunermendên Kurd xebateke serbixwe nehatiye rêvebirin. Bi vî awayî, ev rapora berdest xebata ewil e di qada xwe de.”

Ji statûyekê bêpar mane

Di xebatê de tê gotin ku li Tirkiyeyê çalakiyên hunerî yên bi Kurdî hemû qedexe bûn heta ku sala 1991’ê qedexeyên li ser zimanê Kurdî bi awayekî sînordar hatine rakirin. Di xebatê de li ser bandora saziyên çandê ya li ser zimanê Kurdî û her wiha nebûna statûyeke fermî jî tê rawestîn: “Ji ber nebûna statûyeke fermî ya zimanê Kurdî, hunermendên ku hunerê xwe bi Kurdî îcra dikin, bêpar mane ji statûyeke ku wan dike xwedî heqê xebatên xwe. Hunermendên ku piştî sala 1991’ê bi rabûna berteng ya qedexeyên li ser zimanê Kurdî li saziyên çandê yên Kurdan berhev bûne, daxilî vê xebatê bûne digel hunermendên piştî salên 2000’î bi berbelavbûna girseyî ya axaftina zimanê Kurdî ve derfet peyda kirine ku li Tirkiye’yê hunerê xwe bi Kurdî îcra bikin.”

Deriyên saziyan hatin dadan

Di raporê de tê gotin, ji bo hunermendê Kurd îstifadekirina ji mafên çandî li ser rûdanên siyasî ava dibe û rapor bêhtir li ser “Pêvajoya Çareseriyê” û rûdanên piştî hingê hûr dibe. Her wiha rapor destnîşan dike ku Tirkiye berpirsiyariyên xwe yê ji “Hevpeymana Lozanê” bi cih naîne. Di raporê de wiha tê gotin, “Vesazkirin ji beşdariya aliyên cuda dûr bûn û wekî kiryara yekalî ya dewletî bûn, lewma jî gava ew bi navê ‘reform’an dihatine bicihkirin, ne mumkin bû ku kêmasiyên wan ji aliyê civaka sivîl ve bêne kontrolkirin. Çawa ku bi rêveberiya Rewşa Awarte [OHAL] ya ku sala 2016’an hatîye îlankirin ve gelek komele, şanoyên taybet, atolyeyên hunerî û deriyên saziyên wekî wan yên qada çand û huner hatine dadan. Rapor li ser vê pêvajoyê û rûdanên piştî hingê hûr dibe û hewl dide ku sedemên pirsgirêkan analîz bike yên ku ji vesakirinên qanûnî û polîtîkayên hunerî derbûne.” 

Astengiyên qanûnî û fîîlî çi ne?

Di lêkolînê de hin pirsên ku ji beşdaran hatine kirin, ev in: "Astengiyên qanûnî û fîîlî çi ne li hemberî îcraya hunerê bi Kurdî; ka helwêsta dewletê û ya saziyên taybet çi ye li hemberî hunerê bi Kurdî û ka piştevaniya wan heye yan nîne?" 
Herwiha pirsên wisa jî hatine pirsîn û li ser raporê hatine zêdekirin: "Gelo di navbera vesazkirinên qanûnî û polîtîkayên hunerî yên dewletê hevgirî heye? Gelo ew hevgirî û hevnegirî çawa bandorê li binpêkirina mafên hunermendên Kurd dike? Gelo di navbera atmosfera siyasî û binpêkirina mafan da peywendî heye? Wekî din pêşniyazên beşdaran hatine wergirtin ka dê kîjan vesazkirinên qanûnî wan binpêkirinan berteref bikin."

Li hemû astên perwerdeyê Kurdî

Di lêkolînê de herî dawî tê gotin, ji bo zimanê Kurdî li meydana çand û hunerî cihê xwe yê heqê wê ye bigire û bi pêş bikeve, bi awayekî eşkere divê sererastkirinên qanûnî û pratîkî bêne kirin da ku Kurdî li hemû astên perwerdeyê tevî pêşdibistan bê bikaranîn. Di dewamê de tê gotin, “Girîng e ku ji bo piştevaniya çalakî û hilberînên hunerî, nihêrînên cudakar bên terikandin û bikerên kirinên keyfî bên cezakirin. Hewce ye di serî de konserwatûwara Kurdî, ji bo hemû warên hunerî li zanîngehan beş bêne vekirin û xebat bêne birêvebirin. Her wisa hewce ye wek ku di peymanên navneteweyî da hatiye garantîkirin, dewlet wisa piştevaniya hunermendan bike da ku ew bigihin asteke aborî bo îcrakirina hunerê xwe û hunermendên ku hunerê xwe bi Kurdî îcra dikin jî bêyî cudakarî ji wê piştevaniyê sûdê wergirin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.