Li hemberî tecrîdê bêdeng nemînin

Çarşem 11 Çile 2023 - 10:30

Parlamenterê Îdirê yê ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Habîp Eksîk têkildarî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û Nobeda Edaletê ya li ber Wezareta Edaletê ji ANF'ê re axivî.

CPT tecrîdê jinedîtî ve tê

Eksîk anî ziman ku desthilatdarî destûra bingehîn a heyî û hiqûqa navneteweyî binpê dike, bi vî rengî tecrîdê li Îmraliyê ferz dike û anî ziman, CPT jî sîstema tecrîdê ji nedîtî ve tê. Parlamenter Eksîk got, "CPT li şûna ku pêşî li êşkenceyê bigire bûye saziyeke şopandinê. Yên ku dixwazin ev sîstem dewam bike ew hêz in ku komploya 9'ê Cotmehê pêk anîn. Sîstema tecrîdê ya Îmraliyê datînin pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêbazên aştiyane. Birêz Ocalan yek ji aktorên bingehîn ên çareseriya pirsgirêka Kurd e. Lewma tecrîdkirina Birêz Ocalan astengiya herî mezin e li pêşiya aştiyeke bi rûmet û jiyaneke hevpar a wekhev."

Divê bi Ocalan re hevdîtin pêk bê

Eksîk destnîşan kir ku pirsgirêkên gelan ên li Tirkiye û Rojhilata Navîn bi hevdîtina bi muxataban çareser dibin û got, "Di dema diyalogê de desthilatdariyê li Îmraliyê hevdîtin bi Birêz Ocalan re kir. Hingî bêhn hate ber herêmê, xwîn nerijiya, her kesî dît ku jiyan ji her alî ve baş dibe. Ji ber vê yekê divê tecrîd tavilê bi dawî bibe û hevdîtin bi Birêz Ocalan re bê kirin. Her wiha divê 'mafê hêviyê' jê re bê naskirin ku mafekî destûrî û hiqûqa navneteweyî ye û bi rengekî fîzîkî azad bibe."

Em ê bêdeng nemînin

Parlamenterê HDP'ê Eksîk ragihand ku armanca bingehîn a çalakiya wan a li ber Wezareta Edaletê ew e ku balê bikişînin ser sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê û got, "Wekîlên ku îradeya gel temsîl dikin, bêguman ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û dawîanîna li vê kiryara li dijî hiqûqê, divê bang li Wezareta Edaletê bikin ku wezîfeya xwe pêk bîne. Nêzî 22 meh in agahî ji Birêz Ocalan û girtiyên din nayê wergirtin, ev yek rewşeke metirsîdar e. Ev desthilatdarî li pêş çavên tevahiya cîhanê li Îmraliyê bi sîstema tecrîdê êşkenceyê dike. Bêguman divê kes ne li bendê be ku em li hemberî vê sîstema tecrîdê ya li dijî hiqûqê û mafên mirovan bêdeng bin. Pêwîste sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê tavilê bi dawî bibe û di serî de mafên Birêz Ocalan mafên desteserkirî yên girtiyan hemûyan bêne radestkirin."

ANF/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.