Li hember vejînê qedexe nebû asteng!

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 13 Mijdar 2023 - 00:20

Tevî hemû hewldanên astengkirinê jî Mihrîcana Çand û Hunerê ya Cizîrê ku ji hêla Organîzasyona Sanatça û Şaxa Konfederasyona Kedkarên Cemaewriyê (KESK) ve tê organîzekirin, di roja duyemîn de didome. Di çarçoveya mihrîcanê de dê duh na pêr konserek bihata lidarxistin lê belê qeyûma Şaredariya Cizîrê Nazli Demîr ev konser qedexe kir. Eywana dawetê ya ku dê konser lê bihata lidarxistin jî bi hinceta “rûxsetnameya wê nîne” hate mohrkirin.  

Lê tevî hemû astengkirinan jî duh di çarçoveya mihrîcanê de atolyeyên zarokan, panel, dîwana dengbêjan û defîleya cilûbergên kurdî hatin lidarxistin. Rêveberê KESK’ê Adnan Şenbayram got ku tevî biryara qeyûm a ji bo qedexekirina konserê jî ew dê Mihrîcdana Çand û Hunerê ya Cizîrê bidomînin û got: “Gelek, bi çand, ziman û hunera xwe heye.”  

Heta niha çima nedibû pirsgirêk?

Rêveberê Şaxa KESK’a Şirnexê Adnan Şenbayram got ku piştî salên 2015-2016’an li Şirnex û navçeyên wê polîtîkayên qirkirina çandî pirk zêde bûne û got: “Em hatin astekî wisa ku êdî cilûbergên kurdî weke sûc tên nîşandan. Ji bo konserê me serî li Qeymeqamtiya Cizîrê da û me xwest qadekî servekirî bidin me. Li her bajarekî ji bo çalakiyan qadên ji berê ve hatine diyarkirin hene. Me jî qada li navenda navçeyê jê xwest. Lê belê ji me re gotin wesayîtên agirkujiyê li wir in û dê ev yek bi xwe re pirsgirêka ewlehiyê bîne. Li ser vê yekê em jî li cihekî girtî geriyan. Li Taxa Konakê me eywaneke dawetê peyda kir. Lê deriyê vê eywanê jî mohr kirin. Ji bo vê jî hinceta ‘ruxseta wê nîne’ nîşan dan. Lê ev eywana dawetê ev du sal in dixebite û her hefteyê herî kêm 3-4 dawet lê tên kirin. Gelo heta niha çima nedibû pirsgirêk?” 

Em bi hevre çandê vejînin

Şenbayram, destnîşan kir ku dê mihrîcana wan bidome û axaftina xwe wiha qedand: “Gelek, bi saya ziman, çand û hunera xwe heye. Mirov, tenê ji laş pêk nayê. Zindiyekî civakî ye. Di her avadaniya civakî de jî şêweyekî ziman, huner û çandê heye. Hûn nikarin tu kesekî ji çand û dîroka wan dûr bixin. Çand, şêweyekî jiyanê ye. Werin em bi hev re çanda me ya dixwazin tine bikin vejînin.”

MA/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.