Li hember dagirkeriyê bereya huner!

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 8 Tebax 2022 - 21:03

  • Xelk û hêzên wî yên parastinê, bi berxwedaneke bêhempa bersiva êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên rojane yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didin.

SOLÎN EHMÊ / ANHA QAMIŞLO

Xelk û hêzên wî yên parastinê, bi berxwedaneke bêhempa bersiva êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên rojane yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didin. Her endamekî civakê, bû şervan da ku destketî û axa xwe biparêze. Nexasim hunermendan bi rêya stran û awazên xwe eniyeke hunerî ava kirin da ku piştgiriya eniyên leşkerî bikin.

Li ser mijarê hevseroka Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê ya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Sumeye Mihemed got, “Pêwîst bike, em amade ne li rex gel û hêzên xwe yên leşkerî çekê rakin û li hember êrişan bisekinin.”

Dengê berxedanê radigihînin

Der barê amadekariyên hunermandên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de Sumeye Mihemed got, “Jinên hunermend ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li cîhanê bi giştî bandor kirin. Niha karê xwe di çarçoveya rewşa awarte û amadekariyên şerê gel ê şoreşgerî de didomînin. Niha amadekarî li ser çêkirina stranên şoreşgerî hene ji bo piştgiriya gel û hêzên leşkerî. Gelek stran li ser berxwedan, şoreş û çanda jinan tên amadekirin.

Li aliyekî din em hewl didin ku bi rêya çalakiyên hunerî yên cuda mîna pêşangehên wêneyan, dengê vê berxwedanê ragihînin.”

‘Şano bingehê hunerê resen e’

Hevserokê Komîna Şanoyê ya herêma Cizîrê Kawa Fetah jî îşaret bi giringiya şanoyê û rola wê ji bo civakan kir û got, “Şano bingehê hunerê resen e. Ji ber wê, peyama ku dide yan jî şano pêşkêş dike, xwedî bandoreke çalak li ser civakê ye, deriyê ragihandina destan û çîrokên gelê herêmê ye ku rûbirûyî gef û êrişan e. Niha em hewl didin armancên vî hunerî pêk bînin, xizmeta gel û şoreşê bikin di vê pêvajoyê de.”

‘Dengê me çeka me ye’

Hunermend Elî Mensûr bal bire ser siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên herêmê û got, “Dewleta Tirk li ser bingehê qirkirina gelên berxwedêr ava bû. Heta îro vê rêgezê didomîne. Lê li hember wê, xeta berxwedanê ya redkerê siyasetên qirkirinê heye. Berxwedana gel û hêzên leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşek ji vê berxwedanê ne. Dengê hunermend jî beşek ji berxwedana li hember êrişan e. Ji ber wê deng û awazên me ji bo sekna li hember wan êrişan, çek in.”

Hunermend Mistefa Omer jî got, dewleta Tirk a dagirker bi armanca qirkirina Kurdan ji aliyên hunerî, bedenî û dîrokî ve van êrişan dike û wiha peyivî: “Divê her yek di vê civakê de, bi pîşeyê xwe li hember êrişan bisekine û têbikoşe. Nivîskar bi pênûsa xwe û hunermend bi hunerê xwe. Erkên hunermend li hember gel mezin in. Divê bi deng û stranên xwe li rex wî bisekine û piştgiriya wî bike. Bi vê yekê, serketin wê pêk were û bindest wê mafên xwe bi dest bixin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.