Li Heilbronnê dersên Kurdî

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 26 Cotmeh 2022 - 05:06

  • Mamoste Ali Guhişkî Gok: “Divê zarokên ku li Elmanya mezin dibin hay ji çand û dîroka xwe hebin û lê xwedî derkevin."

SAÎT OZTURK/HEİLBRONN

Li bajarê Heilbronn ê Elmanyayê Navenda Civaka Kurd ya Demokratîk (DKTM) ji bo zarokan kursa zimanê Kurdî da destpêkirin. Di vê çarçoveyê de qederê 30 zarokî beşdarî kursa zimanê zikmakî dibin. 

 

Kursên ku li navenda DKTM’yê tên lidarxistin roja Yekşemê di navbera 13.00 û 14.00’an de pêk tên. Mamoste Ali Guhişkî Gok got ku ew li kursê tenê dersa zimanê Kurdî nadin her wiha dê derbarê çand, folklor, wêje û dîroka Kurdistanê de jî dersan bidin û bi van mijaran jî dakevin.

Mamoste Ali Guhişkî Gok armanca destpêkirina kursan wiha anî ziman, “Divê zarokên ku li Elmanya mezin dibin hay ji çand û dîroka xwe hebin û lê xwedî derkevin. Ji ber vê yekê divê ew karibin bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin û di vî warî de xwe îfade bikin.”

 

Ji bo ciwanan jî dê kurs vebin

Mamoste Gok got ziman ji têkilî û danûstendinê wêdetir maneyan îfade dikin û wiha lê zêde kir, “Ziman dîrok û çanda civakan li ser piya dihêlin û zindîtir dikin. Nifşên nû jî bi vî awayî ji dîroka xwe haydar dibin. Her wiha li gel van yekan zimanê dayikê ew zimane ku cara ewil meriv pê dinyayê nas dike. Ziman parçeyekî nasname, kesayet û derbirînên me yên zihnî ne jî. Ji ber vê yekê em difikirin ku siberojê ji bo ciwanan jî kursan bidin destpêkirin.”

 

Ziman biparêzin û lê xwedî derkevin

Mamoste Gok agahiyên UNESCO’yê yên derbarê zimanan de bi bîr xist û got ku li gor agahiyan li dinyayê 6 hezar ziman tên axavtin û hinek ji van zimanan bi tinebûnê re rû bi rû ne. Wî girîngiya zimanê Kurdî îşaret kir û got, “Kurdî jî yek ji zimanên herî qedîm e. Wêjeya civaka Kurd xurt e. Her wiha dengbêjî rêûresmeke kevn ya çanda devkî ye. Hin nirxên me yên folklorîk hene ku zimanê me li piyan dihêle. Ji bo em zimanê xwe biparêzin, divê li Kurdistanê û li Ewrûpa em hay ji zimanê xwe hebin û lê xwedî derkevin. Ev tiştekî însanî û biveneve ye.”

 

Divê malbat daxwaza ziman bikin

Mamoste Gok di dawiyê de got ku ew her çiqas nû dest bi kursên zimanê Kurdî kiribin jî eleqeyek baş heye û gotinên xwe wiha bi dawî kir, “Malbatên li vir daxwaza kursan kirin. Ji xwe li gelek eyaletên Elmanya, li dibistanan weke dersên bijarte zimanê Kurdî heye. Ji bo li eyaleta Baden-Württemberg jî dersên bijarte yên Kurdî werin destpêkirin divê malbat bi daxwaznameyan serî li midûriyeta dibistanê bidin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.