Li Goteborgê coşa festîvala jinan

Nûçeyên Jin

Sêşem 7 Hezîran 2022 - 03:19

1’emîn Festîvala Jina a Şehîd Sema (Fatoş Saglamgoz) li bajarê Goteborg ê Swêdê bi coşeke mezin pêk hat. Festîval 5’ê Hezîranê li bajarê Goteborg ê Swêdê bi dirûşma “Li ber xwe bide, xwe bi rêxistin bike û bi rengekî azad bijî” hate lidarxistin.

Fetîvala ku ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurd a li Skandînavyayê (YJK-Skandînavya) ve hate organîzekirin, li meydana Gûstav Adolfstorgê Pêk hat û jinên ji gelek neteweyên cuda jî tevlî bûn.

Li gel stranan di festîvalê de peyamên ji bo yekîtiyê û birêxistinkirina jinan hatin dayin.

Defîleya ji cil û bergên Kurdî

Di festîvalê de defîleya ji cil û bergên Kurdî hate nîşandan û gelekî bal kişand.

Hunermend Çopî Fetah, Evîn Akbaş, Ozan Fîgen, Girîn Cizîrî, Koma Govendê ya Keçên Rojava, Koma Defê ya Hejîn (Jinên Rojhilatî), Koma Folklorê ya Hindî (The third eye) derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

Li qada festîvalê gelek standên ji xwarinên Kurdî jî hatin danîn.

Di festîvalê de ku bi coşeke mezin derbas bû, berxwedana jinan a li hemberî faşîzma li Tirkiyeyê hate silavkirin. 

GOTEBORG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.