Li gerîla pîroz be

Pêncşem 25 Tebax 2022 - 22:12

  • Peyam û nirxandinên sereke yên di Kongreya Ciwanên Êzîdî de li ser ji ciwanan valakirina Şengalê bûn. Aliyan got, “Dijmin rê vekiriye ku berê ciwanan bide derveyî welat û pêwîst e, ciwan li axa xwe xwedî derkevin û vegerin ser warê xwe.”

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ / ROJNEWS/ŞENGAL

Kongreya ciwanên Êzîdî ya 3´yan doh li gerîla û berxwedana wan a li dijî dagirkeriyê hate pîrozkirin.
Ciwanên Êzîdî li nehiya Sînûnê ya ser bi Şengalê, bi dirûşmeya “Birêxistinkirina Ciwanên Êzîdî wê bibe tolgirtina 74 fermanan û misogerkirina xweseriya Şengalê” bi beşdariya 300 delege, 200 mêhvanên ji Başûr, Ewrûpa û Şengalê û tevlîbûna ciwanên Ereb û Şîî, kongreya xwe ya 3´yan li dar xist.

Di kongreyê de Berdevka Ciwanên Êzîdî Sara Botan axaftina destpêkê kir û got, “Em kongereyê li şexsê Saîd Hesen de li tevahiya şehîdan û Rêber Apo pîroz dikin. Em wek Yekîtiya Ciwanên Êzîdî, vê kongreyê di Tebaxê de li dar dixin, da ku dijmin zanibe, ew ê nikaribe me bi êrişan tine bike. Em vê kongereyê li tevahiya hêzên xwe yên parastinê pîroz dikin. Li gerîlayên ku niha li çiyayên azad li dijî dewleta Tirk li ber xwe didin, pîroz dikin.”

‘Ciwanên Ezdî xwedî îrade ne’

Li ser navê Fermandariya YBŞ û YJŞ’ê Dilşêr Qîranî jî got, “Em vê kongereyê li tevahiya ciwanên Êzîdî û civaka xwe pîroz dikin. Ew dijminê dixwaze Êzdiyan tine bike, niha dixwaze ciwanên me ji Êzdatiya dûr bike.

Bersivdana van planan jî divê ciwan bidin û li ber rabin. Ciwanên Êzdî xwedî îrade ne, ev yek di dîrokê de jî hatiye dubarekirin. Ji ber vê niha dijimin dixwaze Şengalê ji ciwanan vala bike. Em wek YBŞ û YJŞ’ê heta dawiyê, heta xweseriya Şengalê û pêkanîna xewn û xeyalên Şehîdan em ê bi ciwanên xwe re bin.”

 Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ)’ê Şemê Remo jî got, “Dijmin niha rê vekiriye ku berê ciwanên me bide derveyî welat. Pêwîst e, ciwanên me li axa xwe xwedî derkevin û vegerin ser warê xwe. Tevlî berxwedana Şengalê bibin. Em hemû bi hev re  ji bo Şengalek xweser û azad kar bikin.”

Ruhê ciwanan pîlana dijmin pûç kir 

Li ser navê Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê jî Herdî got, “Dijmin dixwaze di şexsê gerîla de civaka Êzîdî û tevahiya pêkhateyên din ên ku daxwaza mafê xwe dikin, qir bike. Bi ked û berxwedana gerîla û ruhê ciwantiyê, ev pîlana dijminê dagirker hate pûçkirin.”

Li ser navê  Hevgirtina Ciwanên Êzdî ya ji Ewrûpayê jî Cewad Êzîdî tevlî kongreyê bû û bal bire ser giringiya xebat û rêxistinbûyîna ciwanên Êzîdî li her devera cihanê. Wî got, bi rêxistinbûnê pêşî wê li fermana spî ya çûna derveyî welat bê girtin.

Piştî peyam û axaftinan, li perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan hat guhdarîkirin.

Ciwanên Şengalê divê tolê hilînin

Kordînasyona Komelên Ciwanan jî peyamek ji kongreyê re şand û got, “Me dixwest ku ne tenê bi peyamekê di vê kongreyê de hazir bin, lê me dixwest bi giştî di xebatên we yên ji bo Êzîdxana azad de bi awayekî zindî beşdar bin.”

Di peyamê de îşaret bi berxwedana gerîla ya li hemberî dagirkeriyê jî hate kirin û hat gotin, “Pêşengê vê berxwedana dîrokî; şehîdên Zap, Avaşîn, Metîna, Heftenîn, Xakurkê û Gareyê ne. Wan serî bi dagirkeriyê da tewandin. Banga teslîmbûyinê li dagirkeran kirin. Destanên ku em rojane pê dihesin û pê serbilind dibin jî wisa hatine afirandin. Em bawer dikin ku ciwanên Şengalê jî, mîna Gerîla pê dizane ku dijmin heman dijmin e.

Xwefiroşên ku ber bi çiyan bi pêşiya xwe xistine jî ew xayîn in ku dev ji Şengalê berdan, reviyan û îro jî jibona têkbirina desketiyên wê dixebitin. Wê demê helwêst jî wê heman helwêst be, wê tolhildan be. Têkbirina dewleta Tirk a qirker û hevkarên wê jî wê bikin tola Mam Zekî, Zerdeşt û Dijwar. Ciwanên Şengalê pêwîst e xwe weke berpirsyarên yekemîn ên tolhildanê bibînin.”

Piştî peyaman rapora kar û xebatên ciwanan u dû salan hate xwendin û ji bo xurtkirina kar û xebatên ciwanan nirxandinên rêxistinî dewam kirin.

Gava nûçeya me dihat amadekirin hîna hilbijartina rêveberiya nû nehatibû kirin. Wekî din çav li rê bû ku navê rêxistina ciwanan weke tevger bê guherandin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.