Li gel pêşketinê taloke jî li ser zimên heye

Nûçeyên Çand/Huner

În 28 Hezîran 2024 - 00:15

Mamostayên Zanîngehê diyar kirin Kurdî di qonaxa geşbûnê de ye lê di heman demê de metirsiyek zêde jî li ser zimanê Kurdî heye. Mamostayan gotin  divê hewldanên cidî ji bo nehiştina metirsiyên li ser zimanê Kurdî bên kirin.

Tişa ku netewan li ser lingan digre zimane, ji ber ku di dîrokê de gelek netewe piştî zimanê wan tine bûye, ew jî pê re tine bûne. Zimanê Kurdî ji ber dewlemendî û bihêziya xwe maye û gelê Kurd jî kariye parastinê li hebûn û zimanê xwe bike. Lê niha bi gavên pêşketinê re xeteriyeke mezin jî li ser zimanê Kurdî heye.

Mamostayên Zanîngehê derbarê pêşketina zimanê Kurdî û metirsiyên ku li ser zimanê Kurdî hene ROJNEWS’ê re axivîn.

Pêşketina teknolojiyê sedema metirsiyê ye

Mamostayê Zanîngehê Aryan Sedîq da zanîn zimanê Kurdî di astekî gelek baş de ye û got,“Pêngavên mezin ji bo başkirina ziman hatine avêtin. Em dikarin bêjin ku zimanê Kurdî niha her çiqas metirsî li ser heye jî lê di rewşa xwe ya herî baş de ye. Sedemê beşek ji van metirsiyan bi pêşketina teknolojî ve girêdaye ku niha hemû zimanên cîhanê jê bandor dibin. Zimanê Kurdî jî niha rûbirûyê vê metirsiyê bûye.”

Zimanê medyaya dijîtal fikaran çêdike

Di dewamê de Aryan Sedîq diyar kir divê hîn zêdetir xizmet ji zimanê Kurdî re bê kirin û wiha domand: “Tişta metirsî dixe li ser ziman medyaya dijîtal e. Tişta ku li nava medya dijîtal de rû dide di aliyê ziman de fikaran çêdike. Pêwîst e kar li ser bikin. Gelek caran dadwer li ser şiroveyên di medya dijîtal de pirsa ‘ev şirove zimanek tûnde an na?’  ji me dikin. Dadwer jî pirsgirêkên wan li gel medya dijîtal de çêbûne.”

Wezareta Rewşenbîrî pir xemsar e

Mamostayê Zanîngehê Aryan Sedîq da zanîn ku hikûmeta Herêmê di gelek aliyan de xemsar nêz dibe û got, “Wezareta Rewşenbîrî ti sansorek li ser rêze filmên biyanî ku li hin kanalan de tên weşandin nadayne. Ev rêze filmên biyanî bandorek zêde xirab li ser zimanê Kurdî çêdikin. Wekî din tabloyên li nava bazar û cihên giştî de bi zimanên biyanî ne. Li dadgehan jî piraniya nivîsan bi zimanê Erebî ne. Kurdî gelek hatiye paşguhxistin. Biryar û yasayên ku li parementoya Herêmê li ser ziman hatine derxistin nayên bicihanîn.”

Divê em Kurdî bikin zimanê cîhanî 

Mamostayê Zanîngeha Soran Prof.Dr Qeys Kakil jî li ser zimanê Kurdî axivî û got, “Niha zimanê Kurdî wê qonaxa ku tine bibe derbas kiriye. Zimanê Kurdî niha li ser arasteyek baştir diçe û pêş dikeve. Zimanê Kurdî gihiştiye astek wisan ku niha li gelek welatên Ewropayê bi dehan navendên lêkolînê li ser hatine vekirin. Gelek kesên biyanî jî hene hewl didin xwe fêrî zimanê Kurdî bikin. Ji bo wê giring e em zimanê Kurdî bikin zimanek cîhanî.”

Hikûmet divê xwedî plansaziya zimanî be

Di dewamê de Qeys Kakil got, “Hemû hikûmetên cîhanê planên wan ên ji bo pêşxistina ziman hene. Di nava gelê Kurd de ji destpêka damezrandina saziyên fermî yên zimanê Kurdî ve, pêşketin çênebûye. Hinek kesan xwedi hişyariya ziman bûn. Ji bo mînak, di destpêka salên 1940’î de gelek peyvên Erebî û Farisî di nava zimanê Kurdî de hebûn. Ti konferansek ji bo dewlemendkirina zimanê Kurdî pêk nehatiye.”

ROJNEWS/HELEBÇE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.