Li gel kurê xwe hate veşartin
Pêncşem 19 Çile 2023 - 02:54
Li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li paytexta Fransayê Parîsê di 23’yê Kanûna 2022’yan de di êrişa çekdarî ku pêk hat de Endama Konseya Rêvebera KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), endamê TEV-ÇAND’ê hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê kurd Abdurrahman Kizil hatibûn qetilkirin.
Dayika hunermend Mîr Perwer, Fîlîz Aydin li nexweşxaneya lê dihat tedawîkirin çû ser dilovaniya xwe. Fîlîz Aydin demek bû ji ber enfeksiyonê li Xarpêtê dihat tedawîkirin. Cenazeyê Aydin li Goristana Bajarokê Ewranê ya bi ser Mûşê ve li kêleka gora lawê wê Mîr Perwer hat veşartin.
NAVENDA NÛÇEYAN