Li dijî xiyanetê daketin meydanê

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 7 Îlon 2022 - 22:18

  • Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê li bajarên Elmanyayê Dusseldorf, Freiburg û Kolnê bi çalakiyan hate protestokirin.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê li bajarên Elmanyayê Dusseldorf, Freiburg û Kolnê bi çalakiyan hate protestokirin.

DUSSELDORF: Li bajarê Elmanyayê Dusseldorfê, ji bo protestokirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê, mîtîngek hat lidarxistin. Kurd û dostên wan ên li Duisburg û Dusseldorfê tev li mîtîngê bûn.

Xwepêşander li ber îstgeha trenê ya navenda Dusseldorfê hatin ba hev, dirûşmên “Bimire xiyanet” û “Bijî berxwedana gerîla” gotin. Wan bang kir da ku xelk tevlî çalakiya 10’ê Îlonê li Dusseldorfê bê lidarxistin, kirin.

FREIBURG: Li qada Synagoge ya Freiburgê êrişên dagirkeriyê û xiyanet hatin protestokirin. Gelê Kurd û dostên wî tev li xwepêşandanê bûn û dirûşmeyên “Dewleta Tirk a faşîst ji Kurdistanê bicehime”, “Bimire xiyanet” û “Parastina gerîla, parastina Kurdistanê ye” gotin.

KOLN: Li Kolnê bi hevkariya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û Federasyona Karkerên Koçber ên Elmanyayê (AGÎF) mîtîngek hat lidarxistin.

Çalakiyê saet 17.00’an li Bahnhofvorplatzê dest pê kir û pankartên ji bo teşhîrkirina êrişên dewleta Tirk, hatin hilgirtin. Ji bo agahdarkirina raya giştî ya Kon-Medê belavok hat xwendin. Her wiha di çalakiyê de ji bo PKK ji “lîsteya rêxistinên teror” bê derxistin îmze hatin berhevkirin.

BERLÎN: Li ser banga Nav-Berlînê û Meclîsa Jinan Dest-Dan Kurdistan û dostên wan li meydana Brandenbûrger Torê ya li Berlînê, saet 18.00’an hatin ba hev û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê dibe ser Başûrê Kurdistanê, hat protestokirin. Li ser navê Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî Nûre Alkiş bal bire ser xiyaneta PDK’ê û got, “Dema em navê PDK’ê dibêjin, wijdanê me ne rehet dibe. Çima? Ji ber ku rastiya wê ew e ku ew partiya xiyanetê ye. Îro ji ber xiyaneta PDK’ê em li kolanan in, em dibêjin, bimire xiyanet. Em bi salan e rastî xiyaneta PDK’ê tên, em wek jinên Kurd dipirsin: Ma Êdî ne bes e? Hûn ji xiyanetê têr nabin?”

Susanne Rossling jî li ser navê Berlîn Antîfayê got, dewleta Tirk bi mehan e çi zarok, çi kal û çi jin, êrişî Kurdan dike û îşaret pê kir ku di van êrişan de çekên kîmyewî bi kar tîne û di heman demê de bi DAIŞ’ê re kar dike.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.