- “Kurd: Hevalên Min yên li Bakur (Kurds, my freiends in the north)”
Rojnemevanê xelatgir John Cookson bi riya podcastekê ji Înstîtûya Kurdî ya Washingtonê re axivî û behsa pirtûka xwe ya bi navê “Kurd: Hevalên Min yên li Bakur (Kurds, my freiends in the north)” kir.
John Cookson piştî salên 1980’yî, dema ku Seddam Hiseyn tevî rejîma xwe li Kurdan zilmê dike û wan qir dike, hay ji Kurdan çêdibe û dixwaze derbarê civaka Kurd de lêkolînan bike. Cara yekem, sala 1993’an de diçe Kurdistanê. Destpêkê ew dixwaze bi du kesanre bipeyive ku gerîlayên PKK’ê ew êsîr kirine, lê ev daxwaza wî pêk nayê. Ji dêvla vê hevpeyvînê, ew bi gerîlayên PKK’ê re hevpeyvînan dike û PKK’ê ji nêz ve nas dike. Her wiha dema Papa diçe serdana Kurdistanê jî ew li gel heyeta Papa dîsa diçe serdana Kurdistanê.
Lê xwesteka nivîsandina vê pirtûkê piştî ku Serokê Emerîkayê Donald Trump sala 2019’an dev ji piştigiriya Kurdan berdide û wan li Rojava bi tenê dihêle, dest pê dike. Ji bo vê yekê jî ew dibêje, “Min dixwest derbarê Kurdan de pirtûkekê binivîsim. Pişti ku Donald Trump dev ji piştgiriya Rojava berda, min xwest vê pirtûkê binivîsim.”
John Cookson di pirtûkê de behsa serpêhatiyên xwe yên bi gerîlayê PKK’ê û her wiha yên bi qaçaxçiyên Kurd re jî dike.
John Cookson beriya niha li Sky News, Fox News, Al Jazeera, Bloomberg, Euronews û Start-up Arise Newsê xebitiye û nûçegîhanî ji wan re kiriye.
NAVENDA NÛÇEYAN