Li dijî Tevgera Azadî reşkujî

Yekşem 28 Tebax 2022 - 22:18

  • Endamê Encûmena Giştî ya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve li ber mala xwe ya li navçeya Kifrî hate qetilkirin.

Endamê Encûmena Giştî ya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve li ber mala xwe ya li navçeya Kifrî hate qetilkirin.

Endamê Encûmena Giştî ya Tevgera Azadî Sohêl Xorşîd ê ku weke Mamoste Şemal tê naskirin, doh ji aliyê çend çekdarên nenas ve li ber mala xwe ya li Kifrî, hate gulebaran kirin û şehîd bû.

Hevseroka Giştî ya Tevgera Azadî Tara Hisên têkildarê bûyerê ji ANF’ê re got, "Bê guman ev êrişa li dijî Mamoste Şemal terorîstî ye. Mamoste di jiyana xwe de ti ziyaneke xwe ji bo kesî nebûye û ti pirsgirêkeke xwe ya civakî tine bûye."

Hat zanîn ku cenazeyê Mamoste Şemal rakirine tiba edlî ya Kelarê.

Mamsota Şemal nivîskar, dîroknas û di heman demê de xebatkarê Buroya Çandiniyê ya Kifrî bû.

ANF/KERKÛK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.