Li dijî tecrîdê berxwedana xurttir

Çarşem 1 Sibat 2023 - 17:25

  • Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan got, li Herêmên Parastinê yên Medyayê hîn jî şerekî giran diqewime, divê kes bi xemsarî tevnegere û bang li her kesî kir da ku xwedî li berxwedana gerîla derkeve.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan di 'Bernameya Taybet' a Stêrk TV de axivî. Karayilan di beşa destpêkê ya hevpeyvînê de tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê nirxand.

Mûrat Karayilan derbarê tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan de nirxandin kirin û got; “Li ser Rêber Apo êrişeke dijwar heye. Ev bi şêwazê tecrîdeke mutleq, bi êşkenceya psîkolojîk pêk tê. Me gelek caran anîn ziman ku ev ne tecrîdek li ser kesekî ye. Ev tecrîdeke li ser gelekî ye, tecrîdeke li ser azadiya gelê Kurd e, li ser paşeroja gelê Kurd e, li ser demokrasiya Tirkiyeyê ye. Tecrîdek li ser hiqûq û edaletê ye. Tecrîdeke li ser dahatûya gelê herêmê ye. Me ev hevok her tim anî ziman û rastî jî wisa ye. Îro li hemberî vê siyaseta dewleta Tirk ku di ti exlaq û hiqûqê de tune ye, têkoşînek heye. Hem ji aliyê gelê me, hem ji aliyê dostan ve, gelên dost, rêxistinên dost, mirovên parêzvanên mafên mirovan, mirovên demokrasîxwaz, gerdûnî yên cîhanî nerazîbûnê raber dikin. Hem parlamenterên Ewrûpayê yên Fransa, Elmanyayê hem li Kurdistanê bi xwe, li Tirkiyeyê di parlamenê de nerazîbûnên tên bipêşxistin raya giştî hinekî çêkiriye. Yanî niha asteke ne xerab e, lê têrê nake. Esas em di vê de dereng man. Diviyabû ev hîn zûtir pêk bihata.” 

Divê derbarê şer de rehavet çênebe

Mûrat Karayilan derbarê şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê de jî got; “Divê ez baş bersivê bidim vê pirsê, ji ber ku niha gelek gotegot hene. Hem dewleta Tirk ji aliyê xwe ve ji bo ser têkçûna xwe bigire bernameyan çêdike, daxuyaniyan dide. Hem jî di aliyê Kurd de jî hinek şirove têne kirin. Em dinihêrin ku rewş baş nehatiye fêhmkirin. Mirov ku bibêje, dijmin reviya, ji Zapê çû û derket jî ne rast e. Lê mirov bibeje, wisa her der girtiye û hakîm bûye ew jî ne rast e. Rastiyek heye, şerek heye û ev şer jî bi esasî dewam dike. Ji ber ku hinek şirove welê raber dike ku weke şer bi dawî bûye, êdî sivik e. Bêguman ev rewş hem rehavetê çêdike, hem jî heqîqet baş fêhm nabe. Şerê îro niha li Bakur dibe, li her eyaletê dibe. Û niha li herêma Zap, Metîna, Avaşîn dibe. Ev şer ji aliyê dewleta Tirk ve hate destpêkirin. Em di parastinê de ne. Em çareseriya siyasî esas digirin, lê belê dewleta Tirkiyeyê maseya çareseriyê qulipand û êriş li dijî me bi pêş xist. Ji 2012'an û vir ve yek gule jî kesî ji aliyê Başûrê Kurdistanê neavêtiye dewleta Tirkiyeyê. Dewleta Tirkiyeyê bi xwe gihîştiye konseptekê ku destketiyên gelê Kurd dagir bike, sînorê Mîsakî Mîllî ji bo xwe kir hedef, li ser vê bingehê hem êrişên li ser Rojavayê Kurdistan hem jî li ser Başûrê Kurdistanê ji 2015-2016'an û vir ve ji bo xwe kir plan. 

Şerê me şerê parastina Kurdistanê ye

Êrişeke yekalî heye li hemberî wê jî bêguman şerê me şerê parastinê ye, şerê parastina axa Kurdistanê, şerê parastina axa pîroz e. Şerê ku îro tê kirin wisa ye. Destpêkê li Heftanînê, hîn beriya bi 3 salan dest pê kir, salekê ajot. Yanî sala 2020’an. Û sala 2021 û 2022´yan jî dewleta Tirk dixwaze herêmeke berfireh Avaşîn, Zap, herdu aliyên Zapê û beşek Metînayê dagir bike. Em jî li hemberî vê li ber xwe didin. Bi vê berxwedanê em axa Başûrê Kurdistanê diparêzin. Heger me neparasta, wan dixwest zûzûka vir dagir bikin, bi pêş ve biçin, heta Garê werin, heta Mexmûr û Şengalê biçin. Eskerê xwe û yên li Başîka bikin yek. Plan wisa ye. Tevî ku dewleta Iraqê beriya çend salan xwest, çima niha xwe ji Başîka nakişîne? Veşartî leşkerên xwe yên sivîl, weke MÎT li Kerkûkê bi cih dike. Vê planê bi navê 'em li dijî terorê şer dikin' vedişêrin. Heqîqet wisa ye. Divê ev bê dîtin ji aliyê her kesî ve.

Parastina Kurdistanê tercîh dikin

Ew şervanên li wê derê kengî bixwaze dikare çenteyê xwe rake û ji wir derkeve. Lê belê ew dixwazin biparêzin, axê biparêzin, axa Kurdistana Başûr biparêzin. Ew mirovên Kurdistanî ne. Me berê soz da ku em ê her derê Kurdistanê biparêzin. Heger ne ji vê berxwedanê bûya, dewleta Tirk wê bihata li ser Mûsilê bisekiniya, wê guh nedabûya kesî. Lê îro muhtacî her kesî ye. Ji ber ku li wir têk çû, ji ber ku 2 sal in nikare Zapê dagir bike. Li wir şer heye. Yên li wir şer dikin jî ne ecnebî ne, ew ji Kurdistanê ne. Ji Kurdistana Başûr jî ewqasî heval di nav de hene. Fermandar Berfîn Sara kî ye? Ji Silêmaniyeyê ye. Fermandar Zerdeşt Pîranşahr, ji ku ye? Ji Ranyayê ye. Fermandar Delal Şoreş ji ku ye? Ji Silêmaniyeyê ye. Heval Egîd Kurdistan ji ku ye? Ji Xaneqînê ye. Heval Şaho Qendîl ji ku ye? Ji Seyîdsadiq e. Yanî wisa ev hevalna, hevalê Helmet Viyan mesela. Mirovê şehîd Viyan Soran e. Hevalekî fedaî bû, ji Silêmaniyeyê ye. Yanî zarokên vî welatî ne yên li wir li ber xwe didin. Yên ji her çar parçeyên Kurdistanê ne. Û berxwedaneke ne ji rêzê dikin, li hemberî her cûre çek dikarin bi îradeyeke mezin bisekinin. 

Nîmet Encu kesekî dijminê qewmê xwe bû

Karayilan derbarê şerê li Besta û kuştina sîxurê bi navê Nîmet Encu de jî got; ”Rastiyeke civaka Kurdistanê heye. Li cihekî çiqas başî hebe, li kêleka wê jî xerabî heye. Bi qasî ku em zanin, li ser vî kesî jî heval hinekî rawestiyan ji bo dest jê berde. Lê belê dest jê berneda. Heta xiyaneta xwe kûrtir kir. Niha Kurdên ku xiyanet dikin, bi rastî pirr xerab xiyanetê dikin. Yanî general destê xwe li piştê bixe, hema serxweş dibe. Ev kes jî yek ji wan e. Tenê ne ku di operasyonê de kete pêş dijmin. Sîxur bi tevger dikirin. Bi taybetî sîxurê aliyê Başûr li Heftenînê, li Metîna bi destê wan gilî dikirin, dikirin ku heval şehîd bibin. Bi taybetî di van şehadetan de 2 şehadetên pirr girîng û ji bo me bi wate hene. Şehadeta heval Savaş Maraş û çar hevalên fedaî yên pê re li Heftenînê. Her wiha şehadeta fermandarê Metîna hevrê Têkoşer Şemzînan û hevalên pê re bi destê vî kesî çêbû. Divê xelkê me yê Goyî, Bêceh vê rastiyê zanibin. 18 şehîdên me yên bi paşnavê Encu hene. Em bang dikin, bi sîxuriyê mêrxasî çênabe. Bi sîxuriyê mirovtî nabe. Êdî serdem hatiye em jî yekîtiya neteweyî çêkin. Me heq kiriye, ku em li ser vê axê azad bijîn, ji ber ku di nava me de jî ewqas egîd, mêrxas çêbûne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.