Li dijî Kurdan Elmanya jî hiqûqê binpê dike

În 27 Gulan 2022 - 22:24

  • Derket holê ku agahiyên li ser komeleyên Kurdan ên li Elmanyayê ji sala 1994’an ve bi awayekî neqanûnê, ji îstîxbarat û midûriyeta polêsan re dişînin. 

Derket holê ku agahiyên li ser komeleyên Kurdan ên li Elmanyayê ji sala 1994’an ve bi awayekî neqanûnê, ji îstîxbarat û midûriyeta polêsan re dişînin. 

Li Elmanyayê li gorî  ‘qanûna komeleyan’ a ku di sala 1966’an de hatiye çêkirin, komeleyên kesên li welat biyanî ne, diçe ber destê Daîreya Îdarî ya Federal a ku navenda wê li Kolnê ye. ‘Li gorî qanûnê’ nav û navnîşana endamên desteya rêveber a komeleyan jî Daîreya Îdareyê ya Federal re tê şandin.

Heta niha agahiyên nêzî 15 hezar komeleyan şandine vê derê. Ev rêbaz tê wateya ku hemû agahiyên li ser koçber û penaberan tên qeydkirin. Ji bo komeleyên ku endamên wan ên Elman zêde ne, ev rêbaz nayê bikaranîn.

Biryarname li ku ye!

Di sala 2020’an de Partiya Çep got, ‘Divê dawî li vederkirina koçber û penaberan were anîn’ û pêşniyazek li Meclîsa Federal kir û xwest ev qanûn were guherandin. Bi dengên CDÛ/CSÛ, SPD, FDP û AfD’ê, pêşniyaza Partiya Çep hate redkirin.

Agahiyên li ser komeleyên Kurdan jî ji sala 1994’an ve ji aliyê Daîreya Îdareya Federal ji Rêxistina Parastina Destûrê [Saziya Îstîxbarata li nava Elmanyayê] û ji Midûriyeta Polêsan re tê şandin. Hate diyarkirin, di sê salên dawîn de agahiyên li ser 209 komeleyên Kurdan şandine ji saziyên îstîxbarat û ewlekariyê.

Musteşarê Wezareta Karên Hundir Stephan Mayer sala 2019’an derbarê meseleyê de daxuyaniyek dabû û gotibû, ji ber qedexeya li ser PKK’ê komeleyên Kurdan tên şopandin. Lê derketibû holê biryarnameya ji bo şopandina agahiyên li ser komeleyên Kurdan û şandina agahiyan a ji bo îstîxbarat û polêsan, li holê tine ne.

Biryar nîne lê zilmê li Kurdan dikin

Parlementera Partiya Çep Gokay Akbûlût pirs kiribû û gotibû ‘Giştenameya sala 1994’an di destê we de heye?’ Musteşarê Wezareta Karên Hundir Mahmût Ozdemîr jî bersiv dabû û gotibû ‘Ev giştename ji aliyê me ve nayê dîtin’.

Tê meraqkirin gelo agahiyên li ser komeleyên Kurdan ji îstîxbarata Tirk re tên şandin yan na. Hikûmeta Scholz di Nîsanê de gotibû ‘Agahiyên li ser komeleyên biyanî ji saziyên îstîxbaratê yên biyanî re nayên şandin’ lê di vî warî de gumanên mezin hene. Derketibû holê ku yekîneyên ewlekariyê yên Elman, dosyeyên lêpirsînê yên li ser Kurdan û tevgerên sosyalîst ên Tirkiyeyê, di çarçoveya peymanên ‘hevkariya ewlekariyê’ de ji dewleta Tirk re şandibûn.

ANF/BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.