Li dijî dagirkeriyê yekîtî şert e

Gulîstan ÇIYA ÎKE nivîsand —

sêşem 4 tebaxê 2020 - 23:00

Dewleta Tirk êrişî her devera Başûrê Kurdistanê dike. Li Başûrê Kurdistanê kûrahî û berfirehiya ku li ser êriş nekir nema. Êrişî herêmên ji Hewlêrê dûrtir kir. Ev rewşeke ciddî ye. Heke dewleta Tirk êrişî her devera Başûr dike, bi dehan baregehên wê li Başûr hene, MÎT li Başûrê Kurdistanê serbest digere, ma mirov dikare bêje Başûrê Kurdistanê azad e? Erê, destkeftiyên Kurdan hene; lê Başûrê Kurdistanê ne azad e. Di Kurdistana ne azad de her demê tehlûkeya windakirina qezencên di dest de heye. Nêrîna ku Lozana sînorên Tirkiyeya niha xêz kirî binkeftî dibîne delîlê vekirî yê vê ye. Dema dibêjin Lozan têkçûye, esas dixwazin bêjin Rojava û Başûr li derveyî sînorên Tirkiya niha maye. Dixwazin van beşan jî mîna Bakur dagir bikin, veguherînin qada berfirehbûna netewebûna Tirk. Erdogan berî sê çar rojan got di nava demek kurt de em ê 'zaferên nû' bi bidest bixin. Ev tê wateya dagirkirina herêmên nû li Iraq û Sûriyê. Xuya ye ku ti kes nikare çavên xwe li vê rewşê bigire.
Ji ber nebûna yekîtiya Kurdan Erdogan wisa çavsor û êrişkar diaxive. Eger li Başûr hêzên siyasî yek bin; li dijî dagirkirina Tirkiyê rawestin, ma Erdogan dikare wisa biaxive? Ma heta niha kengî we dîtiye hikûmeta Başûr û hevkarê mezin yê hikûmetê PDK li ber dagirkeriya Tirkiyê rabûye? Ma we bihîstiye ku gotine bila Tirkiye êrişan rawestîne, leşkerên xwe vekişîne? Berevajî vê, baregehên Tirkiyê yên leşkerî li hemberî nerazîbûna gel diparêzin. Niha PDK jî lawaz bûye. Ji ber ku yekîtiya netewî tineye. Bêyî yekîtiya neteweyî dijderketina dagirkeriya Tirk ne hêsan e. Ji ber ku bêyî yekîtiya neteweyî, bêyî helwesta hevbeş kes nikare pêşiya êrişên Tirkiyê bigire.
Hem ji bo parastina destkeftiyên li Başûr, hem jî ji bo beşên Kurdistanê hemûyan yekîtiya neteweyî şert e. Parastina destkeftiyên li Başûr berpirsyariya partiyên siyasî, saziyên demokratîk û gel hemûyan e. Ji bo qezenckirin û parastina azadî û demokrasiyê li beşên Kurdistanê hemûyan yekîtiya netewî şert e. Polîtîkaya demokratîk a neteweyî jî wisa dibe. An jî filan û bêvan hêza herêmî dê ji rewşa parçeyî ya Kurdan feyde bibîne û her cure êrişê pêk bîne. Hetta ji bo bi her rengî êriş bike, ji bo yekîtiya Kurdan asteng bike, dê her rê û rêbazê biceribîne. Herî zêde jî dê polîtîkaya şekir û qamçî bi kar bîne.
Dewleta Tirk êrişên li her deverê çawa pêk tîne? Dibêje ez ne li dijî Kurdan, li dijî filan terorîsta me. Vê jî disipêre peywendiya xwe ya baş ya bi filan û bêvan partiya Kurd re. Dewleta Tirk ku pêşengê dijminahiya Kurdan e, ji ber çi vê dibêje? Ji ber ku yekîtiya neteweyî tineye. Eger Kurd yekîtiya navxweyî pêk bînin, dewleta Tirk nikare bahaneyek wisa bide pêş. Jixwe dewletên li dijî Kurdan polîtîkayên qirkirinê pêk tînin her dem têkoşerên dijberî xwe wekî eşqiya, anarşîst, cihêkar û terorîst bi nav dikin. Mirov tenê dikare bi yekîtiya neteweyî pêşiya van gotinên şerê taybet yê dagirker û qirkeran bigire.
Gelê Kurdistanê hemû û gelê Başûr jî yekîtiya neteweyî dixwaze. Gelê Başûr jî bawer dike ji bo parastina destkeftiyan yekîtiya neteweyî şert e. Dîsa bawer dike ku li beşên din yên Kurdistanê eger têkoşîna azadî û demokrasiyê xurt be, dê qezencên Başûr jî bên parastin. Ji ber vê jî tekoşîna gelê Bakur û têkoşîna gerîla ya berfireh giring dibîne û destek dike. Berxwedana li Heftenîn û herêmên parastina Medya wekî berxwedan û têkoşîna parastina Başûr dibîne û xwedî lê derdikeve. Gelê Başûr û Bakur pir baş xwedî li berxwedana Rojava derketin. Ji ber ku berxwedana Rojava jî wekî berxwedana Kurdan hemûyan dibînin. Gel wisa difikire ku dê destkeftiyên Başûr jî wiha werin parastin.
Êrişa dewleta Tirk li dijî Heftenînê gaveke ji tevgera dagirkirina Başûr e. Ev jî yekîtiya neteweyî bi lez ferz dike. Heke yekîtiya netewî pêk neyê, dewleta Tirk dê vê rewşê bi kar bîne. Bi hêcetên cuda, di konjonktur û demeke guncav de wê Başûrê Kurdistanê bi temamî dagir bike. Jixwe wan ti carî ev rastî înkar nekirin. Helwesta wan ya di referanduma 2017'an de nayê jibîrkirin. Gotin Kerkûk bajarê Tirka ye, ev jî nehat jibîrkirin. Di her firsendê de qeydên mal û milkê Kurdan li Kerkûkê dişewitînin û dibêjin Kurd li wir kêm in. Ya rastî bi vî rengî bahaneyên dagirkirina Başûr tînin ziman.
Heke Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî çênekin, di demek ne dûr nêz de, wê poşman bibin. Lê dibêjin ti feydeya poşmaniya kêliyên dawî tine ye. Bi vê têgehiştinê hunermend û rewşenbîrên Kurd xebateke giring dabûn destpêkirin. Ev xebat gelek giring e, divê were berfirehkirin û dewam bike. Dîsa lazim e ku her beşa civakê destekê bide xebatên wiha. Em weke welatparêzên Kurd li ser vî bingehî divê banga pêkanîna yekîtiyê bikin. Bang ji bo me tevan ev e; li dijî polîtîkayên qirkirinê û dagirkeriyê divê sekna me bi helwesta yekîtiya neteweyî be. Ev bang banga gelê Kurd e, banga rewşenbîr, hunermend, jin, ciwan û dostên Kurd tevî ye.
Bi hêviya ku demildest yekîtiya neteweyî pêk were û bibe bend li pêşiya êrişên qirkirin û dagirkeriyê...

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2020 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.