Li dijî asîmîlasyonê xwe bi rêxistin dikin

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 18 Kanûn 2023 - 16:48

Ciwanên Kurd ên li Fransayê, li dijî qirkirina çandî rêxistineke nû ya bi navê Ciwanên Kurdistanî yên Fransayê (CKF) ava kirin û kongreya xwe ya yekemîn li dar xistin. Dirûşmeya ciwanan “Li hemberî qirkirina çandî xwe rêxistin bike” ye û wan paşê rêxistina Ciwanên Kurdistanî yên Fransayê ragihandin.

Di kongreya yekemîn a CKF’ê de meclîsa  ji 21 kesan, koordînasyona ji 9 kesan û berdevk hatin hilbijartin. Defne û Azad bûn berdevkên CKF’ê.

Piştî plansazî û pêşniyaran koordînasyon hat erkdarkirin ku di nava 6 mehan de duyemîn kongreya xwe ya asayî li dar bixe.

Piştî kongreyê berdevkan daxuyanî da çapemeniyê û got, “Weke zarokên gelê ku dîroka wan hatiye şewitandin, em bi erka ku dîrok li ser me ferz dike, dizanin. Li ser vî bingehî pêwîstiya birêxistinkirina ciwanên Kurdistanî li Fransayê derketiye holê. Weke ciwanên li Fransayê ji hemû herêmên Kurdistanê dijîn, em bi vê rêxistina nû, zêdetir li derdora çanda Kurd û Kurdistanî xwe bi rêxistin dikin. Niha nirxên Kurdistanî bi avahiyên kontra tên manîpulekirin. Ev pêkhateyên ku Kurd û Kurdistanî xuya dikin, esas li ser maseyên şerê taybet ên dijminên Kurdan hatine afirandin. Ev rêxistinên ku armancên wan ên rastî hatine manîpulekirin, Tevgera Azadiya Kurd hedef digirin. Ev rêxistinên ku rastiya têkoşînê û bedelên ku tên dayîn ji nedîtî ve tên, nûnerên xiyaneta li Kurdistanê ne.

Em ciwanên ku li Fransayê li ser vê bingehê bi rêxistin bûne, bi dirûşmeya “Li dijî qirkirina çandî xwe bi rêxistin bikin” rêxistina xwe ya ciwanan Ciwanên Kurdistanî en Fransa radigîhînin. Rêxistina me wê bi giranî li ser çalakiyên werzîşî û hunerî û hem jî çalakiyên çandî bisekine.

Di dawiyê de em dixwazin diyar bikin ku azadiya fizîkî ya Rêber APO wê di navenda xebata me de be û rêxistinbûna me di çarçoveya paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Rizgariya Jinê de wê pêk were."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.