Li dijî asîmîlasyonê înîsiyatîfa jinan

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 21 Tîrmeh 2022 - 22:00

  • “Koma Jinên KAYY-DER'ê stranên gelerî yên ku me berê li nav dehl, rez, mêrg û çîmenan digotin, dibêje. Em stranên ku dayikên me berê gotine, dibêjin. Cilûbergên me yên di çalakiyên me de jî cilûbergên Kurdî ne û her kes cilûbergên herêma xwe li xwe dike. Ev ji bo me bingeh e.”

ROZERÎN GULTEKÎN / JINNEWS/STENBOL
 
Ligel asîmîlasyon, qedexe û zextên ku dewleta Tirk qederê sed salan li ser zimanê Kurdî didomîne jî ziman û çanda Kurdî hene. Komeleya Alîkariya Civakî, Pêşketin û Çandê ya navçeyên Gêxî, Dep, Azapert, Xolxol û Çêrme (KAYY-DER) ya ku beriya bi 31 salan li Stenbolê ji bo parastina çanda Kurdî hat avakirin, xebatên xwe bê navber didomîne.

Koma Jinên KAYY-DER'ê, di bin banê komeleyê de hatiye damezirandin. Ev 11 sal in ew li dijî asîmîlasyonê bi zimanê Kurdî ku zimanê wan ê zikmakî ye, distirê û derdikeve ser dikê. Bi vî awayî 11 sal in hunermendên jin bi cilûbergên xwe yên neteweyî û zimanê dayikê hunerê xwe bi pêş dixin. Endama Komê Zeynep Kuloglu, diyar dike ku ew deyndarên wan kesan in ku ji bo Kurdî berdêl dane û bang li her kesî kir da ku bi zimanê xwe yê dayikê biaxive.
 
‘KAYY-DER stûna herêm û çanda me ye’ 

Zeynep Kuloglu anî ziman ku ji bo Kurdên di salên 90'î de hêzên dewleta Tirk ew gundan derxistine û hatin koçberkirine, ziman û çanda xwe biparêzin, KAYY-DER hatiye avakirin: "Ders û perwerdeya bi Kurdî li vir heye.

Dersên Erbane, saz, govenda folklorîk tên dayîn. Koma me ya jinan heye. Li KAYY-DER'ê xebatên cûr bi cûr tên kirin. Ji bo me pirr girîng e ku em werin cem hev û bi rehetî bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin, li wir hev du bibînin, êşên xwe parve bikin. KAYY-DER stûna me ye, parêzvana herêm û çanda me ye.”

‘Em stranên dayikên xwe dibêjin’

Zeynep kuloglu ya ku rêvebera KAYY-DER'ê bû, piştî ku jinên ku berê di nava Koma Jinên KAYY-DER'ê de bûn, ji komê derketin ji bo komê li ser piyan bihêle, tevlî komê bû: “Koma Jinên KAYY-DER ev 11 sal in heye. Hevalên me pirr baş bûn. Niha veguherîn çêbûye û komeke nû ava bûye. Koma Jinên KAYY-DER'ê stranên gelerî yên ku me berê li nav dehl, rez, mêrg û çîmenan digotin, dibêje. Em stranên ku dayikên me berê gotine, dibêjin. Cilûbergên me yên di çalakiyên me de jî cilûbergên Kurdî ne û her kes cilûbergên herêma xwe li xwe dike. Ev ji bo me bingeh e. Em her tim giringiyê didin koma jinan û em ê bidinê jî. Em bi vê serbilind in. Armanca me ew e ku em çand û stranên xwe yên gelêrî bistirên. Her çiqas mirov diguherin jî rêya me her tim yek e” 

Xeyala me pêk hat 

Zeynep anî ziman ku Koma Jinên KAYY-DER´ê ji 7 jinan pêk tê û diyar kir ku armanca wan ew e ku xwedî li keda jinê ya ku di nava malbatê de nayê dîtin, derkevin û ji ber vê yekê jî hewl didin roj bi roj hejmara xwe zêde bikin:

“Me qet xeyal nedikir ku em weke jin derkevin ser dikê. Lê niha xeyala me pêk hatiye û em li ser dikê stranên Kurdî dibêjin. Ev yek baweriya jinan bi xwe zêde dike. Gelek hevalên me dibêjin, 'Em jî beşdar bibin, em dixwazin stranekê bibêjin'. Gavên piçûk ên jinan wê mezin bibin. Jin xwediyê çand û zimanê dayikê ne.

‘Xwedîderketina li ziman deynê me ye’ 

Zeynep got, bi stranên bi zimanê dayikê û cilûbergên xwe yên neteweyî serbilind e. Zeynep destnîşan kir ku li ser dikê ew bi cewhera xwe re dibin yek û xwedîderketina li zimanê dayikê "deynê" wê ye: "Dema ku bi cilûbergên xwe yên neteweyî derdikevim ser dikê û xwedî li çanda xwe dertêm, hesteke cûda dide min." Herwiha
Zeynep da xuyakirin ku li dijî ziman û çanda Kurdan bi awayekî sîstematîk êriş hene û got, “Em deyndarê zarokên xwe ne û em ji siberojê berpirsiyar in. Divê em mîrasa ji me re maye, vejînin. Yan jî em ê winda bibin. Armanca wan tenê ew e ku me tine bikin, me wek netewe nehesibînin. Em naxwazin winda bibin. Em hene û em ê çanda xwe dewam bikin. Me berdêlên giran dan. Em li ber xwe didin û heta em bigihêjin mafên xwe em ê vê têkoşîna xwe bidomînin. Em deyndarê wan kesan in ku ji bo Kurdî û çanda Kurd berdêl dane û em mecbûr in.”

‘Axaftina bi Kurdî ya herî xerab ji Tirkî çêtir e’

Zeynep bang li her kesî kir da ku zimanê xwe yê dayikê biparêzin û jin jî tevlî Koma Jinên KAYY-DER'ê bibin:

“Divê ti kes ji bo ku xwe îsbat bike, ji cewherê xwe dernekeve. Heger her kes karibe çanda xwe û zimanê xwe yê dayikê zindî bihêle, ev dê baş be. Axaftina bi zimanê dayikê bi awayekî herî xerab jî ji axaftina bi Tirkî bi qîmettir e.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.