Artêşa DYA’yê ragihand ku zêdetirî 10 balafirên bêmirov û moşekên ku Hûsiyan ji Yemenê ber bi keştiyên barhilgir ên li Deryaya Sor ve avêtibûn, xistine xwarê, bêyî ku zirar çêbe.
CENTCOM’ê bi daxuyaniyekê ku li ser medyaya dijîtal parve kiriye, got:“Di 10 saetan de 12 balafirên bêmirov û 3 moşekên balîstîk ên li dijî keştiyan û moşekeke bejahî, xistine xwarê.”
CENCTCOM’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku zirar li keştiyan nebûne. Hûsiyan bi daxuyaniyekê ragihandibûn ku wan çalakiyek li dijî keştiyeke bazirganiyê ya bi navê MSC UNITED li dar xistiye. Her wiha destnîşan kiribû ku bi gelek balafirên bêmirov êrişî başûrê Îsraîlê kirine.
NAVENDA NÛÇEYAN