Şaredariya Gel a Şihêl a kantona Dêrazorê stasyoneke ava vexwarinê bi cih kir ku wê 15 hezar welatî jê sûdê werbigirin.
Ji 9 salan ve xelkê taxên Şebeke, Nebaî, Moh, Tela û Ziblo yên bajarokê Şihêl ê kantona Dêrazorê ji ber tunebûna ava vexwarinê zehmetiyan dikişînin û avê ji sahrîcan dikirrin.
Di çarçoveya xwedîderketina li bangên xelkê û li gorî encamnameya konferansa xurtkirina ewlehî û aramiyê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê stasyoneke avê ji bo xelkê bajarokê Şihêl amade kir.
Stasyon avê li taxên navborî belav dike ku hejmara welatiyên jê sûdê digirin 15 hezar kes in.
Tê payîn ku stasyon di çend rojên bê de bikeve meriyetê.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Komîteya Rêveberiya Xwecih û Şaredariyan a kantona Dêrazorê îsal 45 proje pêk anîn û piraniya wan projeyên girêdayî avê bûn.
ANHA/DÊRAZOR