Li Dêrazorê xebatên çaksaziyê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 28 Adar 2024 - 00:36

ELÎ EREB / ANHA / DÊRAZOR

Ji bo pêkanîna encamnameya Kongreya Xurtkirina Ewlekarî û Aramiyê ya Dêrazorê û ji bo xwedîderketina li bangên şêniyan, Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a kantona Dêrazorê gelek stasyonên avê çaksaz kirin û torên avê yên berê bi yên mezin guhartin. Der barê plansaziyên paşerojê de serokê yekîneyên avê yên rojavayê Dêrazorê Hesen El Şemel got:"Di dema bê de em ê projeyên din pêk bînin. Wek temamkirina stasyonên Hesan, Cenînê û Mihêmîde. Her wiha em ê stasyona Dêro, Hewayêc Ziyab, Hermûşiyê, Boşems û Cezret El Bohemîd bi giştî temam bikin." El Şemel diyar kir ku ev gav bi armanca pêşxistina rewşa avê li herêmê ne ku di dema bê de stasyonên nû wê bên avakirin da ku pêdiviyên şêniyan bên peydakirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.