Li dadgehên dagirkeran dad nîne zilm heye

Pêncşem 28 Îlon 2023 - 00:25

Di ser qetilkirina çar endamên malbatekê di Newroza bihurî de li Cindirêsê, bêhtirî 6 mehan derbas bûn. Lê belê tevî soz û garantiyan jî, rêya ber bi dadgehkirina qatilan ve asê xuya ye; û niha jî qatil û hevalbendên wan gefan li nefsên mayî yên malbatê dixwin û heta hewl dan birayê dawî yê malbatê yê saxmayî jî bikujin, da ku malbat dev ji doza hiqûqî berde. 

20´ê Adara bihurî yanî di erefa Newrozê de ciwanekî malbata Pêşmerge a li Cindirêsê, agirek dada. Endamên çeteya dagirker a dewleta Tirk Ceyş ul-Şerqê êriş bire ser malbatê û çar nefsên malbatê qetil kirin. 

Malbata ku bext li cem kesî nedît, hewara xwe gihand El-Qaîdeyê jî, jixwe bi vî awayî êrişên berfirehtir li dijî xelkê malbatê hatin astengkirin. Axir malbatê ji bo dadgehkirina qatilan doza xwe bire ber dadgeriya çeteyên dagirker û hikûmeta demkî ya ser bi Enqerê. 

Çeteyan di Newrozê de Mihemed Mihemed Osmanê 38 salî, Nezmî Mihemed Osman ê 53 salî, Ferah el-Din Mihemed Osman ê 45 salî û kurê Ferah al-Dinî Mihemed Ferah al-Din ê 19 salî qetil kiribûn. 

Berpirsiyar dewleta Tirk e

Hingê cihgirê rêveberê beşa Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê ya Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW) Adam Coogle, yekser bal biribû ser berpirsioyariya dewleta Tirk a dagirker.

Qaşo çeteyan 21´ê Adarê 3 kesên ji êrişê beropirsiyar kiribûn nezaretê. Ji tirsa El-Qaîdeyê, Ceyş ul-Şerqiye got, ew ne endamên wê ne. 

Dadgeh li Raiyê bi rê ve çû û hîç guh neda hisên xelkê malbatên mexdûr. Dadger mesela 45 deqîqeyan zaroka 12 salî xiste lêpirsînê. 

Qatil sûcên xwe red dikin. Tenê yek ji wan dibêje, wî gule berdaye lingê yekî ji mexdûran, lê ew mexdûr jî esas gule li serê wî zikê wî ketibûn. 

Dadgehê hîna ti biryar nedaye, lê çeteyên Ceyş ul-Şerqiye zextê li malbatê dikin, da ku dev ji doza xwe berde. Gava dibêjim zext, şaş fêm nekin: Çete gefa kuştinê li malbatê dixwin û li endamên wê jî dixin. 

Hewl dan Nezmî Eşref jî bikujin

Sermeselê, 23´yê Tîrmehê komeke bi rûpoş, êrişî Nezmî Eşref Osman xist. Nezmî birayê dawî yê malbata xwe ye. Birayên wî yên din di komkujiyê de hatin kuştin. Piştî lêxistinê, hewl didin bi erebeyê jî pê li wî bikin. Gava vê dikin jî çetey bi qêrîn dibêjin, “Em [Ceyş ul-] Şerqiye ne, ev jî berdêla tu wê bidî ye”.

Dadgerî jî ya dagirkeran e

Meseleyê mirov dikare bi gotinên Huseyn Nûrlo Haso, aktîvîstekî mafê mirovan ji Efrînê xweşik dibêje: “Em berê xwe bidin dîroka dadgehên li Efrîna dadgirkirî yên ku bi destê dagirkerên Tirk hatin çêkirin. Pirraniya dadgeran û wezîfedaran ji derve hatine - xizm û hezkiriyên çeteyên cihê ne. Bi ser de jî dadgeh bi rastî ne xwedî hêzên beramberî komên çete. Ew nikarin biryarên xwe li ser wan ferz bikin. Berevajî vê, endamê her koma çete dikare fermanê bide dadgerekî da ku filanê yan jî bêvanê bike. Li dijî sûcên beramberî Kurdan beriya komkiujiya Newrozê heta niha ti biryara dadgehê nehatiya dayîn. Heger doz hatibe vekirin jî, li dijî kesên nayên nasîn doz hatioye vekirin.”

Naso ji malpera Syria Direct re peyiviye, û rola van dadgehan dişibîne ya çeteyan bi xwe; yanî çete bi darê zorê mal û milkên Kurdan desteser dikin, ev dadgeh jî bi biryarên xwe: “Mirov nikare hêviya edaletê ji wan bike.”

Tirkiye şanoya dadgeriyê çêdike 

Naso rola Tirkiyeyê ya di vê dozê de jî eşkere dibêje: “Doza li dijî êrişkarên komkujiya Newrozê, lîstikeke şanoyê ya dagirkerên Tirk e da ku weke dewleta dagirker xwe ji berpirsiyariya xwe bişo û nîşanî xelkê û alemê bide; rêveberiyeke sivîl heye û kontrola li wir ya vê rêveberiya sivîl e.”

Kesên ku dagirkeriya Tirkan diparêzin jî esas li êrişên sîstematîk ên li dijî Kurdan mikur tên. Ji ber wê jî dadgeriyeke ser bi dagirkeran biryara mehkûmkirinê jî bide, ew ê nefsên malbatê yên mayî ji êrişên çeteyên dagirker neparêze. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.