Li Colemergê dijî qeyûm nobeta domdar

În 28 Hezîran 2024 - 00:49

Li dijî rejîma talangerî û dagirkeriya rejîma qeyûm li Colemergê nobeta domdar tê girtin. Welatî bi coşî tevlî nobetê dibin û biryardar in ku qeyûmê mêtinger bişînin. Her wiha kişf bû ku çalakiya nobetê wê domdar be.

Li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê ku di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) de ye, li bajêr çalakiya nobetê hate destpêkirin. Di 25’ê Hezîranê de şandeyek ji hevşaredar û endamên meclîsên hatine hilbijartin ên navçeyên Payîzava (Gurpınar), Elbak (Başkale) û navçeya Avkevir (Taşlıçay) ya Agiriyê pêk dihat tevlî çalakiyê bû. 

Şaredarî yên me ne

Şandeyê duh bi daxuyaniyekê ragihand ku wê nobetê bigirin û li qada li ber Bazara Gel a Şaredariyê ya li navenda bajêr dest bi nobetê kirin. Li qada ku çalakî lê hat lidarxistin pankartên "Em ê tecrîdê bişkînin em ê qeyûm bişînin", "Ne qeyûm, ne tecrîd, ji gelê Kurd re azadî", "Şaredarî yên me ne, em destûrê nadin desteserkirinê" û "Ji vînê re rêz bigirin" hatin daliqandin.

Çalakî wê her roj bidome

Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onûr Duşunmez û gelek endamên partiyê jî piştgirî dan hilbijartiyên ji bajar û navçeyên derdorê yên beşdarî nobedê bûn. Welatiyan di çalakiyê de bi stranên Kurdî coşa nobetê zêde kirin. Ji aliyê din ve diyar bû ku nobeda çalakiya ku hatiye destpêkirin wê her roj bidome.

MA/COLEMERG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.