Li cîhanê bû rêberê bi milyonan

Şemî 5 Cotmeh 2024 - 03:10

  • Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok komploya 9'ê Cotmehê nirxand û got: Hêzên komploger dixwestin Rêbertî bêbandor bikin, lê belê Rêber Apo îro li tevahiya cîhanê bûye rêberê bi milyonan mirovî.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok Komploya Navneteweyî nirxand ku 9'ê Cotmeha 1998'an bi derxistina Rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê destpê kir. 

Andok di destpêka nirxandina xwe de armanca komplogeran destnîşan kir û wiha got:’’Bêguman 26 sal ser komployê derbas bûn. Em dikevin sala 27’an. Ji wê rojê heta roja me ya îro komplo her tê nîqaşkirin. Komplo li dijî Rêbertiya me pêk hat, lê Serokatiya me dema komplo li hemberî wî hate kirin Serokê PKK’ê bû. Eşkere ye komplo di heman demê li hemberî PKK’ê hate kirin. Gelê Kurd Serokatî wê demê weke Serokê xwe didît. Yanî Serokê gelê Kurd bû. Wê çaxê di şexsê Serokatî de komplo li dijî gelê Kurd hate kirin ku em wek Kurdê azad pênase dikin. Ev komplo di heman demê de di şexsê Serokatî de li dijî hemû nirxên demokratîk û komunal, li dijî îdeolojiya sosyalîzmê bi awayekî giştî jî li dijî hemû hêzên li dijî sîstemê, li dijî modernîteya kapîtalîst têdikoşin hate kirin. Piştî rûxina sosyalîzma pêkhatî yanî piştî 1990’î hêzên modernîteya Kapîtalîst bi pêşengtiya Emerîkaye, Îngîltere û Îsraîleyê mudexaleyeke nû dixwestin li ser Rojhilata Navîn çêkin. Di Rojhilata Navîn de jî bi rêya kîjan pirsgirêkê dikaribûn mudexelê bikin. Bêguman bi rêya pirsgirêka Kurd. Yanî wexta dehna didin Serokatiya me PKK’ê nav sîstemî nabe divê bê tasfiyekirin. Li ser wî esasî jî xwestin di Kurdistanê de hêzên li gorî berjewendiyê wan tevbigerin pêşiya wan vekin. Yekitiya hêzên Başûrê Kurdistanê hêzên başûr li ser vî esasî çêbû. Serokatî pir xurt be dikare guhertin û veguhertinê di çarçoveya nirxên demokratikbûna Tirkiyeyê û azadiya Kurdistanê de binirxîne. Mudexelaya li dijî Serokatî di heman demê de mudexelaya li Tirkiyeyê bû. Mesela Fethûlah Gulen piştî girtina Serokatî hildan birin Emerîkayê. Ji bo van armancên bi komployê dabûn pêşiya xwe bi ser bixin Tayîp Erdogan pêşiya wî vekirin, biriqandin û di Rojhilata Navîn de wek hêzêk derxistin Tayîp Erdogan anîn kirin desthilatdar. Yanî ev komploya mezin a Gladyoyê ji binî ve armanca xwe bi vî rengî bû. Bêguman îmhaya fîzîkî kirin armanc.

Sekna Rêbertiyê pûç kir

A girîng di vir de Sekna Rêber Apo bû. Yê ku xwestin bi komployê mudexeleya Rêber Apo bikin, di esas de em dibînin ku Rêber Apo mudexeleya wan dike û hîn zêdetir vê dizivirîne rewşek cuda. Mesela komplo Serokatî ji xwe re kir hedef, di şexsê Serok de PKK hedef bû,  PKK pêşengê gelê Kurd bû gelê Kurd hedef bû. Yên ku Serokatî û PKK’ê ji xwe re hêvî didîtin û yên digotin em ê bi rêka wan xwe bigihînin azadiyê, her kes hedef bû. Dema ku ji nişkê ve komplo li ser Serok çêbû. Bi rastî kesî nizanîbû wê çi bike. Li ser vî esasî her kesî bi şewayekê komplo pêşwazî kir. Yek jê jî  pêşwazîkirina Serokatî bû. Weke we jî anî ziman şêwazê Serokatî ya pêşwazîkirina komployê pir cuda bû. Ya rastî em jî di nav de gelê Kurd, bi awayekî giştî dostên gelê Kurd jî di nav de her kes, wekî din dijmin jî hinekî şaş ma. Zexteke pir mezin li ser rêveberiya Sûriyeyê kirin ku Serokatiya me ji wir derxin. Behra Spî tije keştî kirin. Emerîka giraniya xwe danî ser. Ji xwe yê ku ev pêvajo bi rê ve dibir Emerîka bû. Bi koordînatoriya Emerîkayê ev tişt dimeşiya. Hatin zext kirin,kirin. Mînak heke Serokatîya me ji Sûriyeyê derkeve wê derkeve, heke dernekeve wê çi bikin. Wê êrîşî Sûriyeyê bikin û dagir bikin. Serokatiya me hîn li Sûriyeyê bû ev tişta dît û vala derxist. Ya duyemîn; Heke Serokatî bihata çiyê, armanc îmhakirina Serokatî bû wê hemû hêzên modernîteya kapîtalîst li ser vî esasî seferber bibûna û şerê li Kurdistanê wê hîn gurtir û mezintir bibûya. Serokatî vê tercîh nekir. Li ser vî esasî berê xwe da Ewropayê. Serokatî ji wan re got; “We polîtîkayên qirkirinê li ser Kurdistanê ava kir, va ez hatim vê derê. Hûn ewqas qala heq, hiqûq û edaletê dikin vaye pirsgirêka Kurd wiha ye, de çareser bikin.’’ Serokatî bi vê hewldana xwe ew maskeyên Ewropayê hemû raxist ber çavan. Hemû maskeyên wan darxist û qirêjiya wan bi her awayî derket holê. Ev jî gaveke cuda bû. Ya sêyemîn; 5 meh şûnde, yanî di 15’ê sibatê de Serokatiya me dîl ket. Dixwestin Serokatiya me îmha bibe. Bi îmhabûna Serokatiyê dixwestin şerê Kurd û Tirkan ê daîmî çêbibe. Ji bo şer di navber Kurd û Tirkan de dernekeve, planên hêzên modernîteya kapîtalîst bi ser nekeve Serokatî bi guhertina stratejiyê, bi sekna xwe ya pêşwazîkirina komployê ev jî vala derxist. Serokatî ji destpêkê heta 2002’yan bi helwest û sekna xwe plana îmhakirina fîzîkî bi her awayî têk bir. Weke merhelaya duyemîn a komploya navneteweyî de xwestin Serokatî di milê îdeolojîk de pûç bikin, bê wate bikin û bê hêz bikin. Di vir de dîsa sekna Serokatî dikeve dewrê. Wexta ku Serokatiya me ket Îmraliyê, weke Serokê partiyekê bû, Serokê gelê Kurd bû. Lê wexta mirov pêvajoya Îmraliyê heta roja me dinirxîne Serokatî çi ye? Gelo tenê Rêberê PKK’ê ye? Mesela tenê Rêberê gelê Kurd e? Na. Gelek gelên ku Serokatî naskirine û doza serxwebûnê dikin, Serokatî wekî Serokê xwe hesab dikin. Wekî din gelek hêzên li ser navê demokrasî û edaletê li dijî sîstemê têdikoşin, wexta Serokatî nas dikin Serokatî weke Rêberê xwe dibînin. Serokatî berê ji bo jinên Kurd mêrekî azad bû, niha ji bo hemû jinên cîhanê mêrekî azad e, heval e û jin hemû li derdora wî kom dibin. Xwe ji sînorê PKK’ê û gelê Kurdistanê derxistiye û cîhanî bûye. Serokatî li Îmraliyê xwe kir heqîqet. Bi heqîqetê ew derewkeriya hêzên desthilatdar, modernîteya kapîtalîst, sîstema qirker ewqasî deşîfre kir. 

Divê kesên derve jî vala derbixin

Di roja îro de tişta ku pêwîstiya me pê heye ev e. Bêguman em ji berê hîn xurtir in. Hejmara mirovên ku Serokatî ji xwe re dikin esas zêde bûye. Di çarçoveya pêngava azadî ya kûrewî de li deverên cur be cur ên cîhanê her kes daxwaza azadiya Serokatî dikin. Bi wî rengî yên ku Serokatî ji xwe re rêber dibînin pir zêde bûne. Gelê Kurd hîn zane bûye, çalak bûye. Hêzên modernîteya kapîtalîst, qirker, xayinên di nava Kurdan de derketine rûreşiya wan bêhtir eşkere bûye, rastiya wan zêdetir hatiye fêhmkirin. Lewma xîreteke mezin lazim e. Li ser sekna Serokatî lêhûrbûneke hîn kûr lazim e. Û bi vê ve girêdayî di jiyanê de, di şêwazê jiyanê de guhertin û veguhertinên esasî lazim in. Eger ev tişt çêbibin, komploya ku ji aliyê Serokatî ve vala hatiye derxistin, hatibû pûçkirin wê ji aliyê me kesên li derve, ji aliyê me ve jî bê pûçkirin. Bi wî rengî komplo wê bi her awayî têk biçe. Wê demê ew hêviya serketinê ya niha li gel desthilatdaran heye wê ji holê rabin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.