Li Cadey Salim 14 kes birîndar bûn

Pêncşem 12 Gulan 2022 - 22:30

  • Li Kolana Seholeke ya Silêmaniyê, li Kafeteryayekê pêr derengî şevê, ji ber gazê teqîn çêbû. Di teqînê de 14 kes birîndar bûn.

Li Kolana Seholeke ya Silêmaniyê, li Kafeteryayekê pêr derengî şevê, ji ber gazê teqîn çêbû. Di teqînê de 14 kes birîndar bûn.

Rêveberê Saziya Parastina Şaristaniya Silêmaniyê Diyar Îbrahîm di civîna çapemeniyê de got, “Bûyer ji ber têkçûna sîstema gaza nava kafeteryayê bûye. Em heta niha bi ziyana bûyerê çêkirî, nizanin.”

Rêveberê Navenda Lezgîn a Silêmaniyê Saman Nadir jî diyar kir ku di bûyerê de 14 kes birîndar bûne û 2 kes hatine emeliyatkirin, yên din rewşa wan baş e. 

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.