Li Berlinaleyê filma Ayşeyê 

Nûçeyên Çand/Huner

În 10 Sibat 2023 - 00:01

  • Di beşa lihevrasthatinan de îsal filmekî derhênera Kurd, Ayşe Polat ê bi navê “In the blind spot” jî tê nîşandan.

Festîvala Filman a Navneteweyî ya Berlînê, Berlînale îsal wê cara 73´yan bi rê ve biçe. Festîval duşemê dest pê dike. Bername hat eşkere kirin û di beşa taybet de jî di beşa lihevrasthatinan de jî bernameyeke dewlemend heye. Di beşa pêşbirkê de jî jixwe 19 film wê bên nîşandan. 

Di beşa lihevrasthatinan de îsal filmekî derhênera Kurd, Ayşe Polat ê bi navê “In the blind spot” jî tê nîşandan. Di vê beşê de jî wê xelat bên dayîn û 16 film wê cara pêşî li Berlinale di vê beşê de bên nîşandan. Ji van 16´an derhênerên 6´an jin in û yek ji wan jî Ayşe Polat e. 

Ji bo girtina dîmenên vî Filmî, Ayşe Polat gelek caran bi ekîba xwe ya filman a Elman û Kurd re çû Bakurê Kurdistanê jî. NAVENDA NÛÇEYAN

 

Wêne: Mîtosfilm

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.