Li Başûrê Kurdistanê dewlet hizbî ye

Sêşem 23 Mijdar 2021 - 23:01

  • Nivîskar û çavdêrê siyasî Letîf Fatîh Ferec bal bire ser rewşa Başûrê Kurdistanê û got, "Li Herêma Kurdistanê welatî ji ber eşkerekirina fikir û ramanên azad tên girtin." 

EHMED KERKÛKÎ / ANF/KERKÛK
    
Nivîskar û çavdêrê siyasî Letîf Fatîh Ferec bal bire ser rewşa Başûrê Kurdistanê û got, "Li Herêma Kurdistanê welatî ji ber eşkerekirina fikir û ramanên azad tên girtin." 

Letîf Fatîh Ferec derbarê rewşa Başûrê Kurdistanê, mijarên wek dewama koçberbûna welatiyan û êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên sînorî û rewşa Kurdan a li meydana siyasî ya li Kerkûkê de axivî.

Ferec li ser mijara dewama koçberbûna welatiyan ji Başûrê Kurdistanê got, "Sedemên ku xelkê Herêma Başûrê Kurdistanê neçarî terikandina welatê xwe tên kirin pirin, sedemên sereke jî zilm, nebûna edalet û azadî ye, her wiha ji ber derbirîna fikra azad tên girtin û heqaret li wan tê kirin, dîsa nebûna kar û xirabiya abora xelkê Başûrê Kurdistanê kiriye ku hêvî nemîne û xelk koçber bibe."

Letîf Fatîh Ferec derbarê paşerojê de got, "Di destpêka salên 90’î de li şûna damezrandina dewleteke welatiyan, hikûmet rabû û dewleteke hizbî damezrand. Vê yekê kir ku hêviya welatiyan ji paşerojeke baştir nemîne. Ji ber nebûna edaletê cudahiya çînayetî û bêkarî derketin holê. Ciwanên kêrhatî xwedî paşerojeke misoger nînin li vî welatî, lewma em dibînin, çawa keysa xwe lê tînin, pêl bi pêl welat diterikînin, bi taybetî sala 2015’an û van demên dawî tevî ku rê nîne, lê ji neçarî ber bi welatê Belarûsê koç dikin. Niha sîstemek jî nîne ku li gorî vê bikarin paşeroja xwe baştir bikin.”

NATO berpirs e

Ferec îşaret bi bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li hemberî Kurdan kir û got, "Tirkiye dewleteke zalim e û hebûna neteweyî, ziman û çanda Kurdî qebûl nake. Bêdengî û bê pîvaniya NATO´yê di kîmyabarankirina navçeyên sînorî bi destê Tirkiyê de xwedî rol e. NATO bûye rêxistineke ji bo belavkirina faşîzm, milîtarîzm û qetilkirina gelan.”

Dubendî bela serê Kerkûkê ye

Letîf Fatîh Ferec di dawiyê de behsa rewş û cihê Kurdên li Kerkûkê di meydana siyasî de dike: “Hebûna plan û proje û gotina hevbeş ji bo Kurdên li Kerkûkê pirr girîng e, lê mixabin hêzên siyasî yên Kerkûkê ne yekdeng in. Her welatiyê li bajêr dizane ku ji bo bajêr çi bê kirin wê baş be, lê mixabin ji ber şerê siyasî û yekdestkariyê di navbera aliyên Kurdî yên li Kerkûkê de, destûra yekdengiya Kurdan li bajêr nayê dayîn.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.