Êriş û sûcên şer ên dewleta Tirk ên li dijî Kurdistanê, li bajarên Elmanya û Fransayê bi çalakiyan hatin protestokirin.
FREIBURG: Li vî bajarê Elmanyayê Kurd û dostên wan, ji bo prostestokirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê meşiyan. Xwepêşanderan sloganên “Erdoganê terorîst”, “Erdoganê kujer” û “dewleta Tirk a faşîst” gotin. Wan xwest ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dewleta Tirk re bê qedexekirin.
SAARBRUCKEN: Li vî bajarê Elmanyayê, nûnerê PYD’ê yê Elmanyayê Dexîl Rojava di mîtînga protestoyî ya li ber Europagalerieyê de axivî. Dexîl Rojava got, nexasim di heft salên dawiyê de dewleta Tirk êrişên qirkirinê li dijî Kurdan zêde kirine. Dexîl Rojava xwest ku ji bo pêşîgirtina li ber qetlîamên sivîlan qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dagirkeran bê girtin.
MARSÎLYA: Li vî bajarê Fransayê, bi tevlîbûna Kurdên ji Avignon, Montpellier û Marignaneyê meş û piştre jî mîtîng hat lidarxistin. Kurdan pankartên têkildarî girtina qada hewayî ya Rojava û gelek pankartên ku rûyê rast ê şerê qirêj derdixin holê, hilgirtin. Kurdan bi sloganan dewleta Tirk a kurjer protesto kir û berxwedana gerîlayan jî silav kir. Meş li qada Vieux Portê, bi mîtîngê bi dawî bû.
PARÎS: Kurd û dostên wan ên li Parîsê civiyan û pankartên “Rojava biparêze” hilgirtin. Hevserokê Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya Parîsê Azad Dogan û li ser navê Konfederasyona Mafên Demokratîk a Ewrûpayê (ADHK) Mûrat Kûr daxuyanî dan. Azad Dogan bêdengiya beramberî faşîzm û mêtingeriya dewleta Tirk teşhîr kir. Mûrat Kûr jî got, “Dem, dema bibinxistina faşîzma AKP-MHP’ê ye. Em ê bi têkoşîna hevpar vê bi ser bixînin.”
VILLIERS LE BEL: Li vê banliyoya Parîsê, Bi sedan Kurdî êrişên hewayî yên dewleta Tirk ên li dijî Mexmûr û Şengalê protesto kir. Endama Meclisa Gel a Villiers Le Belê Devrîm Çiya piştî meşê daxuyanî da, û got, ew ê li her derê xwedî li têkoşîna gerîla derkevin û têkoşîna xwe gur û geş bikin.
MANTES-LA-JOLIE: Li vî bajarê Fransayê Kurdistanî li ber îstgeha Mantes-la-Jolieyê hatin ba hev. Di daxuyaniyên li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCDK) a Mantes-la-Jolieyê de, hat gotin: “Êrişên li dijî destketiyên gelê Kurdistanê, bê navber dewam dikin. Em ê li dijî van êrişan, ji bo teşhîrkirina dewleta Tirk a faşîst her û her li qadan bin.’’
LORIENT: Kurd û dostên wan ên li bajarê Fransayê, polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk bi mîtîngekê protesto kirin. Ew li qada Place Aristide-Briandê hatin ba hev.
RENNES: Li vî bajarê Fransayê, Kurda êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Mexmûr û Şengalê û tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan li Place du Colombierê protesto kir.
DRANCY: Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) a Ewrûpayê û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCDK), Kurdên li banliyoya Parîsê Drancyê li dijî êrişên hewayî yên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Mexmûr û Şengalê û radestkirina cenazeyê şehîd Hakan Arslan a di nava kîsik de meşek li dar xistin.
VILLENEUVE: Li vê banliyoya Parîsê jî ji Navenda Civaka Demokratîk a Kurd heta bi Şaredariya Villeneuveyê meşek hat lidarxistin.
LÎMASOL: Kurdên li Qibrisê û dostên wan jî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan bi meşekê protesto kir.
NAVENDA NÛÇEYAN