Li bajarê Pompeîî ‘fullonica’ hate kifşkirin

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 3 Adar 2023 - 03:14

Li Pompeîî ya Îtalyayê arkeologan cihekî ku xelk lê cilan radixistin û ziwa dikirin kifş kirin. Cihê ku hatiye kifşkirin di nav avahiyên kevnar de ye û her wiha avahiyên kevnar jî hatine kifşkirin. 

Yanî cihê ku dîtine weke “fullonica” (cihê an jî xaniyê ku li wir cil dihatin şûştin û ziwakirin) hatiye sêwirandin. Li van cihan xelk bi pereyên xwe cilên xwe didan şûştin û ziwa dikirin. Fullonicaya hatiye dîtin 2.000 salî ye.

Li Romayê ji bo ku xelk cilên xwe bişon ji mîza insan û heywanan sûd werdigirtin. Wan bi rojan li kolanan mîzê kom dikir. Ji lewma amonyaka di mîzê de qilêra li ser cilan baştir paqij dikir. Cilên qirêj destpêkê di bermîl ango fiçiyan de dihatin eciqandin û paşê bi avê dihatin carî kirin. Bi vî awayî ev kar pêk dihat.

Arkelogan diyar kir ku ev ne cara yekeme ku cihekî bi vî rengî tê kifşkirin. Beriya niha jî “fullonica” hatibûn kifşkirin.

Bajarê Pompeîî ji ber Çiyayê Vezûv yê volkanîk teqiyabû, Piştî Mîladê sala 79’an di bin lawan de mabû û winda bûbû. Hîna jî di derbarê bajêr de agahiyên ku nehatine sererastkirin hene û lêkolînên li wir dewam dikin.

ROMA

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.