Li Bahamayan 17 penaber mirin

Nûçeyên Cîhan

Duşem 25 Tîrmeh 2022 - 17:20

Li Bahamayê keştiyeke penaberan noqî avê bû, di encamê de 17 kes mirin. Rayedaran da zanîn ku wan 25 kes jî rizgar kirine.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Serokwezîr Philip Davis, piştî ku keştî bi 60 penaberan ji komgiravê derketiye, noqî avê bûye.

Li gorî daxuyaniyê herî kêm 17 penaberên ji Haîtiyê mirine û 25 kes jî hatine rizgarkirin. Zarokek, zilamek û 15 jin di bûyerê de mirin. Buroya Serokweziriya a Haîtiyê texmîn dike ku penaberan hewl daye xwe bigihînin eyaleta Dewletên Yekbûyî ya Emerîkayê, Florîdayê.

Bahama, 80 kîlometreyan dûrî başûrrojhilatê Florîdayê ye, ji 700 giravan pêk tê û 39 ji wan cihê jîngehê ne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.