Li 33 jinên girtî cezayê hucreyê
În 7 Hezîran 2024 - 00:29
OMER ÎBRAHÎMOGLU / MA / STENBOL
Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, di 26'ê Çileya 2024'an de di bin navê lêgerînê de bi ser 2 qawîşên jinan de hat girtin. Di lêgerînê de nivîs û daxwaznameyên girtiyan hatin desteserkirin. Îdareya girtîgehê îdia kir ku amûr li qada hevpar in û ji ber vê li 33 jinên girtî di navbera 11-13 rojan de cezayê hucreyê birrî.
Girtiyan diyar kirin ku ew amûr ên wan in û ji bo vê daxwazname dan. Lê îdareyê îdia kir ku hin amûr ên hemû girtiyan e û xwest ceza bi giştî bê birrîn. Jin li ber vê biryarê rabûn û ji bo îtirazê serî li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Bakirkoyê dan. Lê belê dadgeha cezayê giran jî cezayê hatibû birrîn erê kir.