Li 104 girtîgehan grev heye

Pêncşem 30 Mijdar 2023 - 00:15

Hevserokê Şaxa ÎHD'a Enqereyê Omer Farûk Yazmaci ragihand ku li 104 girtîgehan bi daxwaza "Azadî ji Abdullah Ocalan" re çalakiyên greva birçîbûnê hene û got:"Em mecbûr in bibin dengê girtiyan."  

Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê di 27’ê Mijdarê de bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger ku wê heta 15’ê Sibatê berdewam bike, hat destpêkirin. Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê Omer Faruk Yazmaci da zanîn ku li Anatolyaya Navîn li 21 bi giştî jî li 104 girtîgehan greva birçîbûnê dest pê kiriye. 

Daxwazname hatin şandin 

Yazmaci diyar kir ku daxwazên girtiyan zelal in û got:"Girtî dibêjin tecrîda li ser birêz Ocalan li civakê belav bûye û ji ber vê yekê azadiya birêz Ocalan di heman demê de çareserkirina meseleya Kurd e. Ji ber vê yekê ev çalakî, ji bo rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan û çareserkirina meseleya Kurd in." Yazmaci diyar kir ku li gel greva birçîbûnê, girtiyan daxwazname û name ji saziyên fermî yên neteweyî û navneteweyî yên pêwendîdar re jî şandine. Yazmaci diyar kir ku divê her kes piştgiriyê bide çalakiyên li girtîgehan hatine destpêkirin û got, girtiyên ku  wan hevdîtin bi wan re kiriye diyar kirine ku ger daxwazên wan pêk bên wê çalakiya xwe bi dawî bikin. Yazmaci wiha axivî:"Em mecbûr in bibin dengê girtiyan. Divê her kes di vî warî de bi berpirsyarî rabe. Tecrîda girankirî ya li ser girtiyan ji pêvajoya koronayê ve ketiye meriyetê. Bêpêwendîtî li girtiyan tê ferzkirin. Ji pêwendiya mirovî bêpar tên hiştin. Tecrîd tê ferzkirin. Li gel ev qasî derfetên kêm jî girtî dîsa dibin dengê civakê. Divê em bibin bersiv ji vê bangê re." 

MA/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.