“Leyla û Mecnûn” a Şêx Mihemed Can hat latînîzekirin û ji nû ve hat weşandin. Şêx Mihemed Can sala 1884’an ev kitêb nivîsandiye.
Nivîskar Mehmed Emîn Hîvîdar kitêb Latînîze û ji çapê re amade kiriye. Weşanên Dara jî kitêp çap kiriye.
Kitêba “Leyla û Mecnûn” ji 20 sernavan pêk tê û ev 20 sernav hemû bi Kurmancî hatine nivîsandin. Di kitêbê de 1879 beyt hene û kitêb ji 336 rûpelan pêk tê. Ew bi wezna arûzê û bi şiklê mesnewiyê hatiye hûnandin.
AMED