Leşker dest werda dosya komkujiyê
Sêşem 10 Çile 2023 - 01:13
- Metîn Cansiz: Em ji Fransayê dixwazin raporên meha dawiyê yên şopandina wê bide. Ev rapor hene, lê nadin. Beşek şandine 8 rûpel in. Lê hemû reş kirine, tenê du paragraf tên xwendin.
PERVÎN YERLÎKAYA/PARÎS
Birayê ji şehîdên komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileyê 2013'an û ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansizê (Sara) Metin Cansiz komkujiya 23'yê Kanûna 2022'yan bi bîr xist û got, “10 salan paşê êşa min heman êş e”.
Di komkujiya Parîsê yekem de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatibûn şehîdkirin. Piştî hema hema tam deh salan di komkujiya duyem de endama Konseya Rêveber a KCK'ê Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û welatparêz Abdurrahman Kizil li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya hatin şehîdkirin.
Birayê şehîd Sakîne Cansiz got, “Wezareta Parastinê ya Fransayê destwerda meseleya rakirina biryara veşartinê ya li ser dosyaya komkujiya Parîsê ya yekem. Ev deh sal in di komkujiyê de heman rê dane ber xwe, ev yek jî dike ku gumanên me zêde bibin.”
Metîn Cansız behsa wê yekê kir gava dadgerê lêpirsînê bang li wî kiriye: “Dadgeriya Lêpirsînê 20'ê Kanûnê bang li min kir. Dixwazin bala me bibin aliyekî din. Dadgerê lêpirsînê yê beriya niha ji min re gotibû, 'Ez diçim û her li bin guhê dîwarî dikevim. Ez nikarim agahiyan ji istîxbarata xwe jî wergirim.' Tiştekî pirr eşkere heye: destekî xurt ji bo ku komkujî rohnî nebe, çi jê tê dike.”
Gelo raz a wezareta parastinê ye?
Metîn Cansiz ji ber komkujiya duyem a Parîsê got, “Deh salan çîrokek ji me re gotin, 10 salan piştre hatin û komkujiyeke din kirin. Û niha heman çîrokê dibêjin. Ev komkujî berê hatiye sêwirandin, parçeyê komkujiyeke pîlankirî ye. Dixwazin veşêrin, binixumînin. Tatêl û mitaleya me ya mezin ev e.”
Metîn Cnasiz agahiyeke nû û muhim jî dide: Pêşî Wezareta Parastinê ya Fransayê li ber wê yekê radibe ku biryara veşartina dosyayê bê betalkirin. Cnasiz ji ber vê nerazîbûna xwe îfade dike: “Dixwazin binixumînin. Heger Fransa di nixumandina van reşkujiyan de bi israr be, weke malbat em ê dev ji sûcdarkirina dewleta Tirk berdin û bibêjin, sûcdar dewleta Fransayê ye.”
Ka tiştekî berbiçav nîşan bidin!
Metîn Cansiz li ser meseleyê bi berferehî dibêje, “Dadgeriya Lêpirsînê 20'ê Kanûnê bang li min kir. Dixwazin bala me bibin aliyekî din. Ti tişta nû nabêjin. Li şûna li ser komkujiya 9'ê Çile agahiyên berbiçav bidin. Dixwazin bi agahiyên sasnsasyonel bala me bidin aliyên din. Weke malbat me minaqeşe kir bi Dadgerê Lêpirsînê re. Me got ka tiştekî darîçav ji me re bibêje. Pêşî Wezareta Parastinê ya Fransayê li ber rabûye ku biryara veşartinê ya li ser doszaza dozê bê rakirin.
Ji me re dibêjin, ev tenê ji destê me tê. Lê ya rastî ev e; Dadgerê Lêpirsînê yê beriya niha ji min re gotibû, 'Ez diçim û her li bin guhê dîwarî dikevim. Ez nikarim agahiyan ji istîxbarata xwe jî wergirim.' Tiştekî pirr eşkere heye: destekî xurt ji bo ku komkujî rohnî nebe, çi jê tê dike.
Biryara veşartinê rabe, em ê xwe bigihînin hin agahiyan. lê destûra vê nadin. Ez pirr baş pê dizanim ku gava xanga min diçû Elmanya, Holanda û Fransayê, istîxbaratên van welatan ew dişopandin. Em ji Fransayê dixwazin raporên meha dawiyê yên şopandina wê bide. Ev rapor hene, lê nadin. Beşek şandine 8 rûpel in. Lê hemû reş kirine, tenê du paragraf tên xwendin.”