Lêkoler û şairê Kurdistanê

Nûçeyên Dosye

Şemî 20 Sibat 2021 - 01:59

  • Hejar ji wan kesan bû ku gava 22´yê Çileyê 1946´an Komara Kurdistanê li Meydana Çarçira a Mehabadê hat ragihandin, ji xelkê re peyivî. Di heman demê de gelek berhemên edebî, ilmî li pey xwe hiştin.   

REWŞAN DENIZ

Roja 21’ê Sibata 1991’ê şairê neteweyî yê Komara Kurdistanê, Mamoste Hejar wefat kir. Wî kedeke mezin di ber Kurdî de da û ji ber ku wefata wî rastî Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî jî tê, em ne neheq in ku îro wî bi bîr bînin.   

Navê Hejar ê medenî Abdurrehman Şerefkendî bû. Wî navê şairiyê Hejar li xwe kiribû û nexasim jî xelkê ew weke Mamoste Hejar nas kir. Ew ne tenê şair bû, ew fîlolog bû, û wekî din wî her wiha wergerî kir. Berhema Ehmedê Xanî, Mem û Zîn wergerand Soranî û vê wergera wî îro jî referansek e ji bo wergera Mem û Zînê. 

Ew sala 1921’ê li Mehabadê hatibû dinê. Bavê wî Mela Mihemed Şerefkendî damezrênerê medreseya Şerefkendê bû; zimanê perwerdeyê li vê medresê bi temamî Kurdî bû. Lê Hejar xwendina xwe li medreseyeke li Mehabadê dest pê kir. 

Piştre jî ew çû ber destê Şêx Burxan li Şerefkendê, nêzî Bokanê.  Li wir wî nivîskar Şêxulîslam Mihemed Emîn Mukrî nas kir yan jî bi navê wî yî şairiyê Hêmin. Wî kesekî din jî li heman cihî nas kir: Ebdurrehman Zebihî, damezrênerê Komaley Jiyanewey Kurd. 

Zû xwe berda nav siyasetê

Siyasetê bala Hejar kişand û sala 1942´yan ew bû endamê Komeley Jiyanewey Kurd. Ew di heman demê de ji damezrênerên Partiya Demokratîk a Kurdistanê ye ku rê ber bi damezrandina Komara Kurdistanê ve bir, ya ku 22´yê Çileyê sala 1946’an li Mehabadê hat ragihandin. 

Hejar tevî Hêmin bû ji şairên komarê. Lê komarê wê zêde dewam nekira. Gava ku komar 16’ê Kanûna 1946’an hilweşiya, wî berê xwe da Başûrê Kurdistanê. Ew di salên 1960’î de cihê xwe di nava raperîna Kurdan li dijî Bexdayê digire, jixwe wî Mistefa Barzanî ji serdema komarê ve nas dikir. 
Ji sala 1961 heta bi aşbetalê yanî 1975´an ew di nava PDK´ê de ji radyoya Kurdî ya pêşmergeyan, ji Dengê Kurdistana Iraqê û rojnameya fermî ya PDK´ê Xebatê berpirsiyar bû. 

Gava ku lihevhatina 11’ê Adara 1970’yî çû serî Hejar 4 salan li Bexdayê ma. Ew li wir Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd bû û di heman demê de endamekî çalak ê Akademiya Zanistê ya Kurd bû. Lê piştî aşbetalê Hejar ji neçarî berê xwe dide Îranê, nêzî Tehranê li Kerecê bi cih dibe. Li vir ew êdî tevahiya wexta xwe li xwendin û lêkolîna zimanê Kurdî xerc dike. Ew di heman demê de wergerê ji Erebî û Farisî ber bi Kurdî ve dike. Di vê demê de ferhenga Farisî-Kurdî ya bi navê Henbane Borîna dinivîse. Ferheng sala 1990´î li Tehranê hat çapkirin. Wî wergera ji Erebî ber bi Farisî jî kir.

Berhemên wî yên edebî û ilmî

Hîna 19 salî (sala 1940´î) kitêbeke wê tê weşandin ku serê xwe diêşîne bi pirsên mirov li ser xweşbextiyê.* Wî ji bo kovarên "Xelale" û "Niştiman" jî gelek nivîs û gotar nivîsîn. Hejar hê 24 salî bi navê Alakok dîwana xwe ya pêşî ya helbestan sala 1945** li Tebrîzê da çapkirin. Ev berhema wî bi wergerên Rûsî, Ermenî û Azerî jî derketin. Hem di vî dîwanê de û hem jî di dîwana wî ya duyem de yanî di Beytî seremer u lasayî seg u mange shew“*** ew bang li bindestan dike da ku li ber zordestan rabin. Lê belkî jî bi tesîra Mem û Zîna Xanî be, ew di gelek helbestan de îşaret bi berpirsiyariya Kurdan ji rewşa wan a bindest jî dike û bang li wan dike da ku dev ji bêtifaqiyê û cehaletê berdin. Navê berhemek wî ya din a helbestan jî Bo Kurdistan e û ev berhem sala 1973´yan li Bêrûdê û sala 1979´an jî li Tehranê hat çapkirin. 

Wî bi zimanê devera Mukrî (Kurdiya navendî) nivîsî lê ji deverên û nexasim jî ji şêwezarên din gotin jî bi kar anîn. Belê zimanê wî besît û yekser bû. Wî tercîh dikir ku nêzî zimanê axaftinê binivîse. Wî ji aliyê civakî yê huner yeqîn dikir û dixwest her kes ji zimanê wî fêm bike.

Di nava wergerên wî de Mem û Zîna Xanî ber bi Soranî ve jî heye ku bi têbîniyên baş hatiye xurtkirin. Ev werger pêşî sala 1958´an li Bexdayê hat çapkirin. Wî wekî din Şerefnameya Şerefxan Bedlîsî jî ji Farisî wergerand Soranî. Ev werger jî sala 1973´yan li Bexdayê hat çapkirin. 

Ew li dîwana Melayê Cizîrî jî xebitî û bi têbîniyên xwe sala 1982´yan li Tehranê dîwan çap kir.

Hejar sala 1983’yan di dema damezrandina Enstîtuya Kurdî ya Parîsê de jî tevî Seydayê Cegerxwîn yek ji damezrêneran e.  

Hejar piştî 21’ê Sibata 1991´ê wefat kir, ew li goristana Bodaq mehabadê hat veşartin.

 

Gava komar tê ragihandin

Li gorî agahiyên Kakşar Oremar roja ku komar hatibû ragihandin, Hejar jî yek ji wan kesan bû ku ji xelkê re peyivîbû: "Piştî xwendina duayê ji hêla Mela Husên Mecdî, Pêşewa Qazî Mihemed bi dengekî bilind dest bi axaftina xwe ya dîrokî kir. Li pey wî jî kesên weke Hacî Baba Şêx Siyadet, Mihemed Husên Xanê Sêyfî Qazî, Hejar Mukriyanî, Hêmin Mukriyanî, Omerxanê Şikak, Weyleme Seyadiyan, Xedîce Heyderî û çendîn kesên din jî li ser komar û yekîtiya Kurdan axivîn."****

Kakşar Oremar wekî din dibêje, damezrênerê Komarê Qazî Mihemed gelek caran şairên weke Hêmin û Hejar bi xwe re birine seferên derveyî Kurdistanê.    

* Qanatê Kurdo di Tarîxa edebyeta Kurdî de behsa vê yekê dike, lê navê orjînal û cihê çapê nediyar in.

** Li gorî hinek çavkaniyan 1946, lê ji ber ku di dema komarê de çapxane li Mehabadê jî heye, em dikarin bibêjin 1945 muhtemeltir e.

*** Li Şamê sala 1957´an hat çapkirin.

**** Komara Kurdistan: Rojên xweş û nexweş, 23´yê Çileyê 2012´an, Yenî Ozgur Polîtîka.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.