Lehî rabû 100 kes mirin

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 17 Sibat 2022 - 22:27

  • Li eyaleta Rio de Janeiro ya Brezîlyayê, ji ber şiliya zêde û heziyana erdê ya dema rabûna lehiyê de, herî kêm  94 kes mirin, 35 kes jî winda ne.

Li eyaleta Rio de Janeiro ya Brezîlyayê, ji ber şiliya zêde û heziyana erdê ya dema rabûna lehiyê de, herî kêm  94 kes mirin, 35 kes jî winda ne.

Li bajarê turîstîk ê çiyayî yê Petropolîsê ya li nêzî Rio de Janeiro, di nava saetekê de barana tevahiya Sibatê bariya.

Li gorî zanyaran, ev yek ji ber germbûna  global e, ji ber vê jî mitaleyan dikin ku rûdanên wiha zêdetir bibin. 

Li Brezîlyayê ji ber ku bajar jî çawalêhato hatine danîn, lehî radibe û û erd diheze.

Li gorî bîlançoya nû li Petropolîsê ku nifûsa wê 300 hezar e, herî kêm 94 kes mirine, 35 kes jî winda ne.

Hikûmeta Brezilyayê hişyar kir û got, dibe ku li vê herêma çiyayî erd dîsa biheze.

Çileyê 2011'an li Nova Friburgo, Îtaîpava, Teresopolîs û Petropolîsê ji ber lehiyê 900 kes miribûn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.