Le Taranewe berew Kurdistan

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 9 Cotmeh 2021 - 01:24

Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan (97)
Beşêk le hevpeyvînî Hemîd Şewket legel Muhsîn Rîzwanî 
Awirêk le bizûtnewey çepî  Iran le nawewe, Hemîd Şewket,Çapî yekem:1384 / 2005  zayînî
Bilaw kerewe: Murtezewî

Şewket: Giftugoy emşewman be çûnî êwe bo Kurdistan dest pê dekeyn. Bo ewe çi rêgayektan helbjard? 
Rîzwanî: Bo çûn bo meqerî Komele rêgay Sineman helbjard û teqrîben mangêk be rêwe bûyn. Lew sefere da sê kes le hawrêyanî hîzbîş legel min bûn.

Şewket: Çi werzêkî sal bû?
Rîzwanî: Zistanî salî 1360  [1981/1982î zayînî]  bû û Kurdekan rayan espard bû cilubergî gerim deber keyn û potîn de pê keyn. Le Taranewe ta Kirmaşan bo îhtiyat be utubosî ciyawaz çûyn û le Kirmaşanewe ta Sine be utubosêk, belam bê ewey le tenîşt yektirî dabinîşîn. Her çuwarman pênasey saxteman pê bû. Le nêwan Kirmaşan û Sine, pêşmergekan be şew gurzyan le erteş û sipay pasdaran weşandbû û boye çawedêrîyekî tund hebû. Jimareyek pasdarîş her bew utubosey ême deçûne Sine û be dirêjayî rêgake legel metirsî berew rû bûyn. Le tewawî dirêjayî rêgake da pasdarêk le tenîştim danîştibû. Le qisekanî ra wa tê geyiştim ke pêy waye emin efserî erteşim û be cilubergî medenîyewe deçim bo memûrîyetî nîzamî. Le ber ewey bîstibûm eger bêdeng bî û hîç nelêy dirdong debin, ewendem qise legel kird ta mandû bû û xewî lê kewt.
Le Sine  le qerax meydanêk çawman be mu'elîmêk kewit ke pêwendkarî Komele bû û ew birdînye malî xoy. Biryar dira lewê çaweruwan bîn ta beledêk bê û ême berête meqerî Komele.
Dû sê rojêk le heras û dilerawkê da çaweruwan bûyn ta rojêk xeberyan hêna ke gişt nawçeke le jêr kontirol daye û hîç deretanêk nîye bo derbaz bûnî ême û baştire bigerêynewe Taran. Dûdil bibûyn ke debê çi bikeyn. Waman hîsab kird ke eger barudox xirape, bo geraneweş her xirape. Ca boye legel pêwendîkarî Komele qiseman kird û pêman gut nagerêynewe. Helbet ew gumaneş hebû ke le serewe, le rêberayetî Komelewe, legel bernamey ême muxalefet kira bê.

Şewket: Be çi manayek?
Rîzwanî: Bew manaye ke belênyan dawe be Mam Celal ême berne Kurdistan, belam xoyan razî nîn û biyanû dênnewe ta be meylî xoman dest helgirîn û bigerêynewe û le rastîda her waş bû.

Şewket: Çontan ewe zanî ?
Rîzwanî: Kurdekan zor ehlî reçaw kirdnî prênsîpe teşkîlatîyekan nîn. Ew mu'elîmey ke êmey pena da bû, detgut xoşî bawerî be nawerokî ew peyame nebû ke bo êmey hêna bû û pêy wanebû rêgay Bokan hêndeş be metirsî bê. Ca boye katêk dîtî ême demanewê dirêje bideyn be cûley xoman gutî: "le cêda dezanin çîye? Birdinî êwe hîç karêkî way nawê. Eger şareza nehat min xom ew kare dekem." û le rastîş da her way lê hat. Bew utumbîle jiyaney ke heybû êmey birde şwênêk le piştî bînay danişseray kiştukalî Sine.
Nizîkî êware hewa kem kem xerîk bû tarîk dadehat ke geyiştîne bînay danişseray kiştukalî. Le pişt bînake, şarezayek ke le pêşmergekanî komele bû, êmey tehwîl wergirt. Çend rojî rabirdûman le heras û dilerawkêy bê payan da tê perandbû, detgut, le wetaxêk da zîndanî bûyn. Ew mu'elîmey penay dabûyn siyasî bû, belam paşmawey xelkî maleke însanî asayî bûn. Her ewende bes bû le tirsan yan le pênaw wergirtinî padaştêk lêw bibzêwin û hemûman pêwe ken. Ewan be gwrey xoyan giyanî êmeyan rizgar kird, ewîş le katêk da ke jimarêk le xizm yan dostan û aşnayanî dûr û nizîk fikrî penadanî êmeyan leber ew metrisîyaney ke heybû be zeynîş da tê nedeperî. 

Şewket: Takû bigene meqerî Komele, çende le rêga da bûn?
Rîzwanî:  10 se'atêk be pêyan royiştîn takû nîwe şew geyiştîne nawçeyek ke le rûy nîzamîyewe le jêr deselatî Komele da bû. Berpirsî ew nawçeye hawrêyek bû be nawî Mamosta Ce'fer ke le konewe êmey denasî.
mamosta Ce'fer be germî pêşwazî lê kirdîn û gutî: "Min le mêj sale êwe denasim û bîrewerî xebatî Sazmanî Înqîlabî le Kurdistan qet le bîr nakem. Lem lehzeyeş da helekantan le ber çaw nagrim û her yarmetîyekî bitanewê pêtan dekem."
Dawaman lê kird pêwendî bika legel 'Ebdula Muhtedî, rêberî Komele û helumercî çûnî ême bo Bokan amade bika. Ew destbecê be bêsîm pêwendî kird be rêberanî Komelewe û xeberî geyiştinî ême û daxwuwazî êmey bo çûnî Bokan be wan rageyand. Lewew duwawe debû çaweruwanî wulamî rêberanî Komele bîn. Çendîn roj tê perî hîç wulamêk nehatewe. Ew gumanem têda pêk hat renge neyanewê ême biçîne Bokan. Le mamosta Ce'ferîşman depirsî, deygut çaweruwanî wulamî Bokane. Duwacar rojêk hat û gutî le nawendî Komelewe peyamêkî wergirtuwe ke ême binêrête meqerî Talebanî le Nawzeng.

Şewket: Teb'îd kira bûn?
Rîzwanî: Zor cêy xem û pejare bû. Gutman gişt gurûp û rêkixrawe Iranîyekanî dijberî rêjîm le Kurdistanî Iran pêgeyan heye, boçî ew mafe le ême destênin? Gutman ême bo dabezandinî xetêkî siyasî diyarî nehatûyne Kurdistan, belkû penaman hênawe. Ewîş wekû hîzbêkî siyasî dijî hukûmet ke rawedû nirawe û le jêr zerbe daye.

Şewket: Boçûnî nwênerî Komele çi bû ?
Rîzwanî: Hestman dekird lew babetewe narehete, belam biryar le serewe ra hatbû û erkî ew bû cê be cêy ka. Mamosta Ce'fer katêk qisekanî êmey bîst gutî: 
"Nîgeran mebin, Mam Celal be başî mîwandarîtan lê deka. Ewey gut û fermanî da çend êstiran zîn ken û ême legel şarezayek binêrne meqerî Mam Celal.           
Dirêjey heye…. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.