Le dostayetîyewe bo dujminayetî, dîsan dostayetî

Hesen QAZÎ nivîsand —

În 1 Nîsan 2022 - 22:27

  • Renge bawer neken eger bilêm kemtirîn zanyarîyekim lew bareyewe nîye û tenanet ew pirsyarey êweşim pê seyr bû. 

Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan (119)

Pêwendî nameyî legel Siyasmek Muyîdzade (Kak Sefa)

10- Dezanîn ke Sazmanî  Înqîlabî le duway şorişî 1979 û damezranî Hîzbî Rencberanî Iran helwêstî sebaret be meseley Kurd le Iran heman helwêstî salanî 1967-1970 nebû û duwatir hewlî da bo rast kirdnewey helwêstekey. Eto ew gorane le dostayetîyewe bo dujminayetî û dîsan dostayetî çon denrixênî?

Wulam: Renge bawer neken eger bilêm kemtirîn zanyarîyekim lew bareyewe nîye û tenanet ew pirsyarey êweşim pê seyr bû. Le pêşda ewim be hîsabî ew dengoyane dana ke be dijî ême bilaw dekranewe, boye bo agadar bûn lewe pirsyarim le Baqirî  hawrêman kird û ewîş be dûr û dirêjî basî bo kirdim û girtne berî siyasetêkî ewper nadurustî pişt rast kirdewe. Baqir gutî ême le Tewrêz bûyn û hawrê 'Eta ['Eta Hesen axay Keşkolî] berpirsî herêmî ême bû. Bilawkirawey Rencber (ke ber le damezrandinî Hîzbî Rencberanîş le layen Sazmanî Înqîlabîyewe bilaw dekrayewe) be destman geyişt ke têyda wutarêk bilaw kirabuwewe le jêr serdêrî: "Ba Bergirî le Gelî Kurd Bikeyn, Ciyawazîxuwazan Taq Bixeynewe". Ême hemû waqman wirma. Le kobûnewey rêkxistin da babeteke gengeşey le ser kira û hemûman rexneman lêy hebû. Dawaman le hawrê 'Eta kird ke le yekêk le endamanî defterî siyasî bigêrînewe ta bê û lew bareyewe şiteke şî katewe. Kak Îbrahîm [Dr. 'Elî Sadiqî, amadekar] hat û zorî hewil da ke pasaw bo ew babete bênêtewe. Duwacar qubûlî kird rexney ême durust û heqe, belam eme siyasetî henûkey hîzbe û be konkirêt hawrê Deylem (Muhsîn Rîzwanî) pêkêşî deka le ser ew siyasete. Emin rexne durustekanî êwe le kobûnewey defterî siyasî da dehênme gorê û be beşî xom tê dekoşim ew siyasete  çak keyn.

Bew pêye rûn debêtewe ke ew goranî helwêste tenanet ber le sazkirdnî Hîzbî Rencberanîş le gorê da bûwe. Bo numûne le 13-î Xezelwerî 1358 [4-î Nowambirî 1979] beyannameyek le jêr nawî "Cînayetî dijî şoriş le Bane mehkûm e" be îmzay Sazmanî Înqîlabî û dû rêkxirawî dîke bilaw buwetewe ke ewe pişt rast dekatewe.

Her çonêk bê webergirtnî siyasetêkî ewto tenanet eger taktîkîş bû bê û bo hawrêbazî legel rêjîm û rakêşanî bawerî rêjêm berew xo bûbê lew serubendî da (ke be daxewe ew siyasete xoy heta bilêy hele, koneperistane û dijî gelî bû ke be kirdewe buwe hoy tiro kirdin û taq kewtnewey Hîzbî Rencberan le layen hêze pêşkewtûwekanewe û ta êstaş bo ewe serkone dekrêyn) le cêda hele û be pêçewaney eslî "mafî netewan bo diyarîkirdinî çarenûsî xoyan"  bûwe, ke eger le layen hêze pêşkewtûwekanî Kurdistanewe le astî 'îtîraz kira bê û rexney lê gîrabê, be tewawî be heq û durust bûwe. Belam cêgay xoşîye wek derdkewê ew siyasete zor berdewam nebûwe û le ber fişarî nawxoyî û dereweyî duwacar tûr heldirawe û çak krawe.

11- Le naw êwe da ke le Kurdistan bûn, kametan baştir zimanî Kurdî fêr bû?

Wulam: Kak Îsma'îl (Îrec Keşkolî) lew bareyewe behrey seyrî hebû û baştir û rewantir le hemwan qisey dekird û zor zû le pêwendî berdewamî legel pêşmergekan Kurdî fêr bû û be kirdewe zor car dîlmancî ême bû. Detuwanim bilêm, tenanet le Kuruş Laşayîşî çaktir dezanî ke pêştir le hemwan û ziyatir le hemwan le Kurdistanî Iranîş bibû û zimanî Kurdî wîş baş bû. Belam ewanîdî, lewane boxom behreyekî ewtoman nebû bo fêrbûnî ziman, dû sê kesîş her le cêda hereyan le bire nedekirdewe!!

12- Be urtî diyare eger xot pêt becê bê. Le ser em hawrêyaney ke zorbeyan îdî le naw ême da nîn binûse: Perwîz Wa'îzzade, Xusrew Sefayî, Kuruş Laşayî, Siyaweş Parsanejad, 'Eta Hesen axay Keşkolî, 'Elî Sadiqî, Îrec Keşkollî, Muhsîn Xatemî, Muhsîn Rîzwanî.

Wulam: Pêm xoşe lew bareyewe hîç nelêm, tenya amaje be rehendêkî giştî dekem. Cige le xom nebê gişt ew hawrêyane ser be binemaley be îrû, karbedestî bala û derçûy zanko û xawen deretanî rîfahî û jiyanêkî têr û baş bûn. Ew waq'îyete xoy nîşaney taybetmendîyekî helkewtû û benirx lew hawrêyane daye ke piştyan le çîn û binemalekanî xoyan kird, xwêndin, pile u paye, pare, îmkan û deretan û binemaleyan becê hêşt û bo xizmet be çînî kirêkar legel Sazmanî Înqîlabî kewtin. Û bo wedîhênanî siyasetekanî sazman, rûyan le xebatî çekdarane kird le Kurdistan û duwacar zurbeyan lew pênawe da giyanyan bext kird.

Baskirdinî başîyekan û xeslete taybetîyekanî yek be yekî ewanîş le ast xesletêkî away şorişgêrane û hawbeşyan, pêwîstîyekî ewtoy nîye. Debê eweşî lê ziyad kem bawekû ew rûhîye helkewtûwe le fîdakarî, le xo bûrdin, û giyanbazîye, ew xoşewîstane le asmanewe ber nebibûnewe, mirovî sakar û asayî bûn wek hemû mirovekan ke le kûrey xebat da le kil hatbûne derê, belam zor kemayesî û nuxtey lawaz û heleşman hebû ke min xom şahîdî hêndêk lewan dew hawrêyane da bûm, ke diyare le xom da ew kemayesî û kemukûryane ziyatir le hemwan hebû. Belam bepêy ew qise heremekî yan îslamîye: "Le paş mirdûwan nabê qise bikrê"! Minîş basyan nakem neka sêber bixate ser nasêney helkewtû û be nirxî ewan, cêy amajeye Muhsîn Rîzwanî ew serubendî le cêda nehatbûwe Kurdistan û le korî ême da nebû. Wa'îzzadeş tenya çend rojêk bo beşdarî le kobûnewey benawbangî rêberayetî da hatbûwe Bekreco û wabzanim her lewêşewe çûwewe Iran.

13-Êwe çend le Başûrî Kurdistan bûn? Aya ew katî lewê bûn qet le xelwetî xotan da rexnetan le xotan degirt ke lewênderêne?

Wulam: (Eweş dîsan lew pirsyare astemaneye, astem! Zeman le zeyn û bîrewerîm fit buwe, bawerim pê bike le cêda nazanim çi maweyek lewê bûyn, pêm waye maneweman nizîkey sal û nîwêkî kêşa, belam hewil dedem be yarmetî hawrê Baqir û temaşakirdinî kitêbekanî hawrêyanî dîke, lewe bikolmewe)

Ême le dewrey kilasî kadir û bernamey xo nwê kirdnewe da ke le ser binemay fêrkirde û ramanî hawrê Mao Tsêtung û şorişî kultûrî Çîn berêwe deçû serincêkî zorman deda ser meseley rexne û rexne le xo girtin û lew ruwewe zor hestyar bûyn. 

Dirêjey heye...

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.