Lawê welatê xwe

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 23 Hezîran 2022 - 22:00

  • Osman Sembene bang li çermreşên dinyayê dike da ku bi spîbûna serdestên xwe, xwe nexapînin û bi çermê xwe serbilind bin: "Divê em hay ji nirxên xwe hebin û wan derxin holê û divê em zanibin ku roj û ronahî em in û bi vê zanîna xwe divê em ber bi mirovahiyê ve herin."

ARDÎN DÎREN

Sînemavan Osman Sembene, karker, têkoşer, nivîskar û dengbêjê welatê xwe bû. Her wiha ew dildarê sînemayê jî bû. Osman Sembene, beriya ku hin kesan bi xwe bihesîne, bi gotina wî, ew di deriyê kêlekê re derbasî hundirê baxçeyê sînemayê dibe û dest bi çêkirina filman dike. Bi filmên xwe rêgezên gerdûnîbûnê jî ji nûve diyar dike. Etîk û estetîka spîyan, bi karîzma û pîpoya di devê xwe de, tehnê dide. Bi cil û bergên xwe yê rengîn, bi dengbêjên xwe yên griot, bi zimanê xwe yê Wolofî, sekneke artîstîk ava dike û qet xwe kêm nake li hember mêhtingeran. Ji lewma, ew jî bi qasî wan insan û hunermend e. Bi qasî wan sînemavan û bi qasî wan qeşeng û xweşmêr e. Lê gava vê yekê dike ne bi pozbilindiyekê, ew xwe naşibîne wan ti carî, û dev ji dilnizmiya xwe bernade. Ew bi dilovaniya xwe ruhê sînemayeke nû diafirîne li parzemîna mirovên reş. 

Osman Sembene bi xwe dibêje, filmên wî rasterast polîtîk in û dixwaze bi filmên xwe rê li ber temaşevanan veke da ku karibin li ser hin meseleyan bifikirin û lê hûr bibin. Ev yek ji bo wî pêdiviyeke exlaqî ye. Ew lawê parzemîna mirovên reş e, welatê wî û axa wî hatiye dagirkirin. Ji ber van sedeman, berpirsyariya wî ew e ku hin tiştan nîşan bide û bide zanîn bê mêhtingerî çawa ew ji nirx û rastiya wan dûr xistiye! Bi vê baweriyê berê xwe dide sînemayê û dirûtiya mêhtingeran eşkere dike. Gava vê yekê jî dike bi awayekî erzan nake, lê belê bi sînemayeke xurt û bi derb ku naşibe sînemaya serdestan, vê yekê dike. Ew bi şêwaza xwe ya resen hin “xetên reş” li sînemayê zêde dike û sînemaya spî “zêde zêde” spî dibîne. Ji lewma wî di sînemayê de “rêgezên reşik” ava kirine. 

Xwe û temaşevanên xwe naxapîne

Osman Sembene, bi zimanekî li gorî rastiya parzemîna reşik filmên xwe dihûne û dîmenên ne ji rêzê pêşkeşî temaşevanên xwe dike.

Dîmenên wî jî reşik in, ne spî ne! Ji bo xwe li hember mêhtingeran delalî bike, xwe naxapîne û rengê spî li xwe nalifîne. Spîbûna wan bi reşahiyê difetisîne! Ji spîbûna wan bi guman e, ji lewma, ew dizane dilê wan û feraseta wan reş e wek tenniyê ye! Li gorî wî reşikek divê bi reşikbûna xwe karibe xwe vebêje, ne bi spîbûna xapînok a serdestên xwe! Osman Sembene xwe jî û temaşevanên xwe jî naxapîne. Xwedî sekneke hêja û bi rûmet e. Rûpoşên spî yên mêhtingeran yek bi yek nîşanê me dide û dixwaze em li ser van rûpoşan hûr bibin. Dixwaze em li ser wan rûyên li dû rûpoşan biramin û bibin xwedî pirsên cûr bi cûr. Ji lewre, ew rûpoş in ku parzemîna mirovên reş bi nihêrînên xwe yên çewt lewitandine û bindestî li ser wan ferz kirine. Osman Sembene, van ferzkirinan napejirîne û rûpoşên wan yên kirêt yek bi yek ji ber rûyên wan dike, rûyên wan yê rast derdixe holê.

‘Roj û ronahî em in’

Ew çermreşekî welê ye, çermê xwe bi sipîbûne neguheriye û bi çermê xwe yê reşik serfiraz û serbilind e. Her wiha bang li çermreşên dinyayê hemûyan dike da ku bi spîbûna serdestên xwe, xwe nexapînin û bi çermê xwe serbilind bin. Osman Sembene dibêje, "Divê em hay ji nirxên xwe hebin û wan derxin holê û wekî din divê em zanibin ku roj û ronahî em in û bi vê zanîna xwe, divê em ber bi mirovahiyê ve herin."

Bi dengbêjan rabuhiriyê bi bîr tîne

Tiştekî giring yê din jî heye ku Osman Sembene, bi sînemaya xwe bîra xitimî ya parzemîna mirovên reş, paqij dike û rabihuriya ku hatiye jibîrkirin, zindî dike. Hema bêje, ew hemû çavkaniyên xwe ji rabuhiriya parzemîna mirovên reş digire. Osman Sembene bi dengê grîotan (dengbêjên Efrîkayê) ruhê zemanekî kevn, dîroka bav û kalên xwe ya ku bi qirkirin û talanê derbas bûye, bi bîr tîne û bîreke cuda bi nifşên nû yên Efrîkayî re çêdike. Hema bêje, wî di filmên xwe hemûyan de dengên dengbêjan bi kar aniye. Bi saya sînemayê dîrokekê ava dike, ango dîroka talanbûyî tîne bîra civaka xwe. Dîrokeke ku mêhtingeran bi darê zorê daye jibîrkirin, dîrokeke ku di nav lepên mêhtingeran de fetisiye. Osman Sembene, bi sînemaya xwe kok û rehên parzemîna mirovên reş av dide û ev dîrok ji nûve şax dide. Ew, lawê welatê xwe ye, ji ber wê bi berpirsyariya xwe ya dîrokî jî baş dizane. 

Li Moskovê sînemayê dixwîne

Sembene, beriya di deriyê kêlekê de derbasî hundirê sînemayê bibe, di gelek karên ji hev cihê de xebitiye, ew bi xwe dibêje ku di 36 karan de xebitiye. Ev rastî bi serê xwe serboriyeke dijwar e ji bo Sembene. Sembene, ne karkerekî ji rêzê ye, yekî çalak e û her tim mafên karkeran diparêze. Di her gavê de ew ji bo vê yekê têdikoşe û di gelek xwepêşandan û grevan de cih girtiye. Di heman demê de di dema karkeriya xwe de bi wêjeyê re mijûl bûye û gelek çîrok û roman nivisîne. Lê ji ber ku ew derdê xwe nikare bi wêjeyê bigihîne mirovan, berê xwe dide sînemayê. Li Senegalê kesên ku bikarin bixwînin, pirr kêm in, ev yek wî diêşîne lê ew pê hesiyaye ku sînema digihîje girseyên mezin û bandora wê ji wêjeyê bêhtir e. Osman Sembene gava ku vê hêza sînemayê dibîne, dixwaze jê sûdê wergire û bi awayekî ji bo perwerdeya sînemayê xwe digihîne Moskovê û li wir di stûdyoya Gorkî de perwerde dibe. 

Domîrev yan jî ‘lawê welat’

Piştî perwerdeya li Moskovê, bi hêviyê li Dakarê stûdyoyek biçûk ava dike û navê Domîrev li vê stûdyoya xwe dike. Maneya Domîrev, 'lawê welat' e. Osman Sembene jî lawê welatê xwe yê reş e. Ew, çermreşekî di ser xwe re ye êdî û dikare derdê xwe bi saya sînemayê bigihîne gelek kesan. Bi vê baweriyê, lawê welêt Osman Sembene filma xwe ya yekem bi navê “Barom Sarret” çêdike. Çîroka Sembene ya sînemayê bi vê filma kurt dest pê dike. Dûre jî filmên bi navê “Mandabî”, “Xala”, “Ceddo”, “Keçika Reşik”, “Moolade” û “Emitai” çêdike. 

Osman Sembene ku pêşengiya sînemaya Efrîkî kir, 9’ê Hezîrana 2007’an di 84 saliya xwe de wefat kir û ji vê dinyaya gewrik xatir xwest. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.