Kurê min kuştin

sêşem 4 tebaxê 2020 - 18:59

  • Bavê Osman Ozçalimli, Ahmet Ozçalimli derbarê mirina biguman a kurê xwe de ji Rojnameya Yenî Yaşamê re axivî û got, berpirsiyarê mirina kurê wî fermandarê bi telefonê li wî geriya ye.

Dewleta Tirk a dagirker ciwanên Kurd dibe bi wan eskeriyê dike. Li eskeriyê hin ji van ciwanên piçekî hay ji xwe hebin an jî bi çanda kurdî mezin bûbin, dikujin. Ne tenê Kurd kes ê Ermen an jî xiristiyan bin jî aqûbeta wan bi heman awayî ye. Paşê jî dibêjin, an xwe kuştiye yan jî brûskê lê daye û bahaneyên wekî van. Herî dawî bûyereke bi vî rengî li Îzmîrê qewimî.
Eskerê Kurd ê bi navê Osman Ozçalimli yê li Hepsa Alîaga ya Îzmîrê eskertî dikir û ji bavê xwe re gotibû "Gefan li min dixwin" û mirî hatibû dîtin, li Gundê Naxşan ê navçeya Dîgorê ya Qersê hatibû definkirin. Xizmên Ozçalimli, destûr nedabûn ku eskerên artêşa Tirk beşdarî merasîma cenaze bibin û ala Tirkan a li ser tabûtê jî rakiribûn. 
Bavê Osman Ozçalimli, Ahmet Ozçalimli derbarê mirina biguman a kurê xwe de ji Rojnameya Yenî Yaşamê re axivî û got, berpirsiyarê mirina kurê wî fermandarê bi telefonê li wî geriya ye. 
 
Şopa derban li canê wî hebû

Bavê Ozçalimli got: “Li morgê dema min li cenazeyê kurê xwe mêze kir, şopên derbê li ser canê wî hebûn. Kurê min ne ket. Kurê min hat kuştin. Min nerazîbûna xwe nîşan da Qeymeqamê Dîgor ê Qersê, Midûrê Ewlekariya Navçeyê û Fermandarê Cendirmayan ê Navçeyê yên hatin berderiyê min. Ji min re gotin kurê te bi sekteya dil miriye. Min got kurê min hatiye kuştin. Baweriya min bi we nayê. Gotin wê otopsiya wî derkeve. 10 deqe şûnde, vê carê ji min re gotin ‘kurê te întîhar kiriye.’ Piştî 10 deqeyên din jî gotin, ‘kurê te ji qatê 2’an ketiye.’ Îro li her deverê kamera hene. Ma qet dîmenên kamerayan tuneye? Kamerayan bînin û nîşan bidin. Wê demê wê xuya bike ku ka kurê min întîhar kiriye yan na? Wê her tişt eşkere bibe. Ez dixwazim bibînim ka xwe avêtiye yan na. Ger lêxistibîn jî, ez dixwazim bizanibim ka kê lêxistiye. Bila vê nîşanî min bikin. Min ji qeymeqam re jî got. Min got, divê dewlet delîlan nîşanî min bike. Wê demê encex ez îqna bibim. Lê ya rastî baweriya min bi rapora ew bînin jî nayê.”

QERS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2020 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.